ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Li Tirkiye û Kurdistanê wê çalakiyên xizmên windayan û yên saziyên mafên mirovan werin şopandin.

-Şoreşgerên jin ên Kurd diyar kirin Konferansa Çanda Jinên Kevana Zêrîn a 2’emîn di vê pêvajoya krîtîk de pêk hatiye û got “Wê ev konferans bandora xwe li ser Kurdistanê bike.”

-Endamê Awaza Çiya Baran Gulbahar qala çîroka strana Newroza Arî kir.

-Bi serhildana 12’ê Adara 2004’an de bi pêşengiya PYD’ê gel xwe rêxistinkir û li Taxa Hilêliyê Newroz pîroz kiribû.

-Ji ber şerê li Ukraynayê bi milyonan kes bûn penaber û civaka Romayê ya Ukraynî li ser sînoran rastî miameleyên xerab tên.