ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Botan, Serhildan û Zinarîn fermandarên berxwedanê bûn. Ya ku perestgeha berxwedanê ya Girê Sor ki keleh, xîret, ruhê Apoyî û hevrêtiya wan bû. Beşa 2'emîn.

- Şêniyên gundên Cirin û Serzûrî ku dewleta Tirk êrişan dibe ser, diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk wê nikaribin wan ji xaka wan qut bikin.

- Gerîlayên HPG’ê Bahoz Şahîn û Şervan Gerîla diyar kirin, sala 2022’an wê bibe sala serkeftinê, sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sala azadiya tevahiyê gelên Rojhilata Navîn.

- PDK û Barzanî ku serweriyê li Başûrê Kurdistanê dike, diyar dikin ku dahata Başûr ji aliyê Bexdayê ve li gorî pêwîst nayê, ji bo wê heqdesta karmend û pêşmergeyan nadin. Lê li aliyê din bi kampanya û şexsî, serwertên xwe zêde dike.

- Gerîlaya YJA Starê Rûken Serhed destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku bi mehan e bênavber êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, nikare berxwedana gerîla bişikîne û got, "Dewleta Tirk wê hîn bêhtir tengav bibe."

- Gerîlayê HPG'ê Dilsoz Gabar bal kişand ser çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û got, "Axa Kurdistanê ya me ye, heta dawiyê em ê şer bikin."

- Çalakiya Nobedê ya li Ewropayê ku di sala 10'emîn de ye û bi biryardarî dewam dike, vê hefteyê ji aliyê komek ji Kurdên li Norwêcê ve tê meşandin.