ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya salane lidar xist û got, “Pîvana yekane ya serketinê, têkbirina Komploya Navneteweyî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Biryar hate dayin ku li ser vê bingehê erk û wezîfeyên demê bi cih bêne anîn.

- Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Em di demeke welê de ne ku nêzî avabûna statuya Kurdan e. Daxwazên gelê Kurd gelekî zelal in."

- Di ser komkujiya li Qamişloyê re 18 sal derbas bûn, ku rejîma Baasê 12'ê Adara 2004'an de kir. Ji şahidên bûyerê Hemdîn Nebî diyar kir ku gelên rabûn serhildanê bûne yek û got, "Bûyer li Qamişloyê qewimî lê qîrîna me li Efrînê jî deng veda."

- Delegeyên Konferansa 2'emîn a Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn diyar kirin ku di konferansê de biryarên girîng hatin wergirtin û gotin, li dijî êrişên dijmin ê li ser çand û hunerê wê şoreşa çandê pêk bînin.

- Li Wanê ku hezar û 900 roj in bi biryara Walîtiyê lidarxistin çalakiyan qedexe ye, rêxistina nerewa ya hikumeta AKP'ê SADAT, li Wanê ciwanên bêkar ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.