ROJEVA 11'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Adara 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Adara 2020'an.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV de Newroza 2020'an û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê nirxand.
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ragihand, Mûrat Saat bi nasnav Dogan ê ku sala 1996'an dîl hate girtin û 21 salan girtî bû jiyana xwe ji dest da û nameyek ji malbatê re nivîsî.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ya Federe, li gelemperiya herêmê 16 kesên bi vîrûsa Korona hatine tespîtkirin. Hate ragihandin ku nêzî hezar kes jî di karantînayê de ne.
Li Wan û derdora wê ku sewalkarî li ber tinebûnê ye, ji ber buhayê zêde yê êm û ka, kesên heywanan xwedî dikin zerarê dibînin.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, peymana dawiya meha Sibatê di navbera DYE û Talîbanê de hate îmzekirin bi yekdengî pejirand. Serokkomarê Efgan jî ragihand, wê 5 hezar endamên Talîbanê bi şert berdin.
Vladîmîr Pûtîn ku 20 sal in Rûsyayê bi rê ve dibe, bi reforma nû ya destûra bingehîn dixwaze heta sala 2036'an li ser desthilatdariyê bimîne.