ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Dema ku artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Nîsana 2021’an bi şev li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke dagirker da destpêkirin, yek ji navenda berxwedanê Girê Sor bû. Ev him çepereke şer bû û him jî wekî perestgehekê bû.

- Hevseroka PADÊ Zehra Silêman destnîşan kir ku wê dest ji xweserî û statuya Şengalê bernedin, di vê oxirê de berxwedana xwe dewam bikin û got, wê serî li ber ti hêzê netewînin.

- Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Geverê Sorej Dîrî diyar kir ku qirêjiya hewayê ya li Geverê ji ber komira bêkalîte ye ku AKP xelkê xizan neçarî wê dike. Sorej Dîrî destnîşan kir ku ev yek encameke polîtîkaya rantê ye.