ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Koordînasyona KJK'ê ragihand, sekna têkoşînê ku di 8'ê Adarê de hate nîşandan di asta diyarkirina çarenûsa sedsalê de ye û berxwedana jinê ya bi heybet a 8'ê Adarê silav kir.
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad destnîşan kir ku jinên ji gelên cuda yên herikîn qadên 8'ê Adarê, derseke dîrokî dan desthilatdariya AKP-MHP'ê.
- Gerîlaya YJA Starê Besra Roj diyar kir, jin divê her qada ku lê ne bikin bingeha rêxistiniyê û got, "Jin a rêxistinbûyî civak û welatê azad e."
- Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn encamnameya konferansa xwe ya 2'emîn eşkere kir. Di encamnameyê de hate gotin, di bin navê hunerê de jin weke biresereke zayendî tê bikaranîn û ji jinan hate xwestin ku li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin.
- Malbatên Şehîdan ên Rojavayî nerazîbûn nîşan dan, ji ber ku cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên ji aliyê hêzên PDK'ê ve li Xelîfanê hatin şehîdxistin, nayên dayin. Malbatên şehîdan gotin, "Heta ku cenazeyên me bidin me em ê çalakiyên xwe dewam bikin."