ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamekî AYM’ê eşkere kir ku Erdogan li hin endamên AYM’ê geriyaye ku ji bo rakirina blokeya li ser HDP’ê deng dane. Endamê Komîsyona Hiqûqê a HDP’ê Parêzer Serhat Eren jî diyar kir ku doza li dijî HDP’ê di encama zext û kampanyayên lîncê yên desthilata AKP-MHP’ê de hatiye vekirin.

- Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê: Di salvegera 15’emîn a şehadeta wî de, em Şehîd Halîl Dag, bi minet û hezkirin bi bîr tînin.

- Hevserokê SYKP’ê yê Stenbolê Ronî Gonen Tîfaqa Cûmhûr weke tîfaqa herî paşverû ya dîrokê bi nav kir û anî ziman ku têkbirina vê tîfaqê erka dîrokî ye.

- Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersîm diyar kir ku hevalan wan ên di zindanan de hemû polîtîkayên şikandina îradeyê, bêhêvîkirin û teslîmiyetê pûç kirin û destnîşan kir ku berxwedana zindanan di vê pêvajoyê de jî rol lîstiye.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê dê bên şopandin.