ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "Divê ji têkoşîna Mahîr Çayan û Qazî Mihemed ders bêne derxistin. Divê em xwe bispêrin têkoşîna yekbûyî û hêza xwe."

- 1'ê Nîsana 1988'an komek ji gerîlayên ARGK'ê li çiyayê Bagokê li dijî zêdeyî 10 hezar leşkerên Tirk berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Vê berxwedanê rûpeleke nû li têkoşîna gerîla zêde kir. Çîroka du wêneyên ji van gerîlayan...

- Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê Halîl Dag ê ku 1'ê Nîsana 2009'an şehîd bû bi bîr anî û got, "Eniyeke nû ya şer vekir. Wêneyên wî yên gerîla dilê mirovan germ kir. Wêne, bîranîn, hest, bawerî û gotin li pey xwe hişt."

- Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ragihandin ku ew 4'ê Nîsanê weke roja bûyîna xwe pîroz dikin û gotin, "Rêber Apo hebûna me bi me da naskirin. Bi taybetî jiyaneke nû pêşkêşî jinan kir. Em ê wî ji zindana Îmraliyê derxînin."

- Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya destnîşan kir ku tundî û destavêtina li Kurdistanê ku ji aliyê kesên bi unîforma ve tê kirin, ne tenê li dijî jinê ye, di heman demê de li dijî nasnameya neteweyî ye.

- Çavdêrê Siyasî Selah Saleyî anî ziman, ku ji ber rêveçûna heyî ya siyasî ya li Iraqê paşerojeke xetere li pêşiya Kurdan e û got, "Eger lihevkirin nebe li Iraqê dibe ku şerekî navxweyî rû bide."

- Şêniyên Kobanê ku bi Abdullah Ocalan re man, anîn ziman ku derketina Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Kurdan re zayîneke nû bû û gotin: "Me bi Rêber Apo re hebûna xwe nas kir. Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşiya."