ROJEVA 1'Ê GULANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya navbera Tirkiye û PKK'ê "pêşketineke gelekî girîng e" û got, normalbûyîneke gengaz dikare tevkariyê li tevahiya herêmê bike.

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê peyamek weşand û di salvegera duyemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de bang li her kesî kir ku "Xwedî li vê banga dîrokî derkevin, sosyalîzma demokratîk ava bikin û qadan bi coş dagirin."

Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran wê bê şopandin.

Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş got, "1'ê Gulanê bi sosyalîzmê re bûye yek. Lewma sosyalîzm rêya paradîgmatîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Rêgeha bingehîn ku ji destpêka têkoşîna me û vir ve dewam dike, sosyalîzm e."

1'ê Gulanê hişê rabirdûyê, têkoşîna îro û damezrandina paşerojê ye. Îro banga vegera li rastiya xwe ya mirov e. Ked ne tenê ji bo jiyanê ye, ji bo mayina mirovbûnê ye. Her ked toveke azadiyê ye. Nivîsa Sabîha Onar.

Rojnameya Newaya Jin hejmara xwe ya 254'an bi manşeta "Li dijî tundiya civakî: Dema avakirina civaka demokratîk e" weşand.

Karsazê ji Zîqarê ku xwediyê împeratoriyeke aborî ye, niha li ser kursiya herî bi rîsk ê Iraqê ye. Di navbera bankayên di bin ceza de û daxwazên kolanê de, testeke mezin li benda Zeydî ye: Avakirina îstîkrarê yan xetimîneke kûrtir? Analîza Argeş Şengalî.

Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Hêvîn Reşîd destnîşan kir ku divê jin têkoşîna xwe bi awayên cûr be cûr bimeşînin ku karibin mafên xwe misoger bikin.