ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji Enstîtuya Aştiyê ya Kurd re axivî, gefên dewleta Tirk nirxand û got, "Desthilatdariya faşîst a Tirk, ne tenê Kurdan, gefê li temamiya Rojhilata Navîn dixwe."
- Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras ragihand ku xebatên rizgarkirinê yên derengmayî bûn sedem ku hejmara qurbaniyên erdhejê zêde bibe û got, têkildarî radestkirina zarokên revandî ji bo tarîqan wan gilî kirine.
- Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê ya 8'emîn îsal bi dirûşma 'Em ê bi çanda Jin, Jiyan, Azadî Şoreşa Hunerê Bihûnin' di 1-2'ê Adarê de li Qamişloyê tê lidarxistin.
- Hejmara Adarê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta '8'ê Adarê roja hesabpirsînê ye' hate weşandin.
- Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd diyarkir ku ji ber dijminên civaka Êzidî naxwazin Êzidî xwe birêvebibin pêşengên wan hedef têne girtin û got: "Her ku fermandarek me pêş dikeve û civaka Êzidî bi hêza xwe bawer dibe, ew tê hedefgirtin."