ROJEVA 1’Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-KJK’ê diyar kir ku divê ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê ve bi rengê jinê pirek were avakirin û îsal bibe sala azadiyê.
-Jinên Kurd ku bi pergala ku danîn ji jinên cîhanê re bûne modêl, wê li tarîtiya cîhana ku bi şerê dewleta nêr û krîzan di tarîtiyê de hatiye hiştin, 8'ê Adarê bibe roj.
-Walîtiya Wanê di parastina xwe de ya li Dadgeha Destûra Bingehîn de, têkilî êşkenceya li ser gundiyên navçeya Westanê ya Wanê ku çûbûn komkirina kumikan a sala 2012'an, got, ji ber ku ji bo carekê ye û bi tedawiya basît çareser bûye, ne êşkence ye.
-Yek ji fermandarên YJA-Starê Hêzil Ozgur civîna Konseya Biryargeha YJA Starê nirxand û got, ''Em ê bêhna dawî ya dijminê birîndar îsal biçikînin. Sonda me û biryara me ev e.''
-Li Colemêrgê ji bo karekî demdemî 74 kes wê ji aliyê ÎŞKÛR’ê bihatina stendin. Herî kêm 3 hezar kesan serî li kar dan. AKP’ê biryar da wê kî têkevin kar.
-Hejmara meha Adarê ya Newaya Jinê derket.