ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Çalakiyên ku wê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bêne lidarxistin, wê werin şopandin.

Aştî bi îradeya hevpar a gelan pêkan e. Eger tenê ji maseya danûstandinê ya dewletan re bê hiştin wê aştiyê demkî bike. Aştiya mayinde bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan, bi pêşengiya jinan û tevlîbûna wekhev a nasnameyên cuda dikare pêk were.

Di rojnameyê de rola pêşengiyê ya jinan a li pêvajoya avakirina civaka demokratîk, rêxistiniya komun a avakirina civaka demokratîk û rê û rêbazên parastina jiyana wekhev û azad hate nirxandin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di daxuyaniya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de diyar kir ku aştî tenê bi jiyana bi hev re ya gelan a li ser bingeha azadî, edalet û wekheviyê dibe.