ROJEV/ 30 GULAN 2012

ROJEV/ 30 GULAN 2012

*Zarokên Kurd ên ku bûne mexdûrê hovitiya li Girtîgeha Pozantiyê careke din dibin mexdûrê terora girtinê ya dewleta Tirk. Tenê di van sê mehên dawiyê de 25 mexdûrên Pozantiyê hatine binçavkirin û ji vana 15 kes hatine girtin. Bi giştî 150 hezar TL pere li malbatên wan hatiye birîn.

* Welat Derya; Zarokê xerîbiyê yê Amedê. Li Antalyayê karê mobîlyayê dikir, di okyanûsan de deryager, li çiyayê Kurdistanê jî gerîla ye… Portereyê gerîlayek ji okyanûsan ber bi çiyayên Kurdistanê ve.

*Şîrketa mezin a mobîlyayan IKEA, bi birîna ji sedî daristanên ku temenê darên wan 600 sal in, ên li bajarê Karelîa yê Rûsyayê tê tawanbarkirin.

* Hikûmeta AKP’ê, deynê enerjiyê yê li Tirkiyeyê kir hincet û li her derê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bendavên Hîdro Elektirîk (HES) ava kir.Kesên ku naxwazin mal, gund û dîroka wan di bin avê de bimînin, bi çi re rû bi rû dimînin: Cop, binçavkirin, girtin û heta mirin!

* Nunerê Taybet ê NY û Komkara Erebean Kofî Annan piştî ku bi Serokdewletê Sûriye Beşar Esad re hevdîtinek pêk anî, bal kişand ser pevçûnên 15 meh in didomin û diyar kir ku Sûriye êdî ketiye rêyek bê veger.

* Rojnameya Independent ragihand ku beriya her êrîşek a bi balefirên bê mirov, destûr ji Serokê DYA’yê Barrack Obama tê girtin. Nivîskarek The Guardianê jî diyar kir ku bi van balefiran bi hezaran mirov hatine kuştin û dê zêdetir jî bêne kuştin. Nivîskar got; “Li şûna astengkirina terorê, belav dike.”