ROJEV/ 29 GULAN 2012

ROJEV/ 29 GULAN 2012

*Dê îro Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) civîna koma xwe ya li Meclîsê li dar bixe.

* Her çendî rayedarên Yekitiya Ewropayê ji bo pereyê hevpar ê YE’yê Euro xwe li ser lingan bigire, hewl didin, lê gelek sazî û rêxistin xwe ji hilweşîna Euroyê re amade dikin.

*Beriya 18 salan nûçegihanê Êlihê yê rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agay jiyana xwe ji dest da. Îro salvegera wî ye.

*Rêberê efsanewî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela vedigere gundê Qunu yê ku lê ji dayîk bûye û dê li gundê xwe bi cih bibe.

* Nivîskar Omer Dilsoz ku bi romana xwe a bi navê ‘Berbiska Zer’ derketiye pêşberî xwendewanan diyar kir ku divê êşên li ser vê axê hatine jiyîn neyên ji bîrkirin û wî ji wekî berpisyariyek dîrokî ev roman nivisiye.

* “Diyarbakirspor- Di dawetande qelebalix, di şînê de tenê” ev nivîs ji aliyê Farûk Arhan ve û li ser dîrok û roja tîma fûtbolê hatiye nivîsandin. Ji bo bala kesên ku “fûtbolê tenê weke fûtbolê” nabînin bikişîne, pirtûk nivîsand û ji weşanên Îletişîmê derket.