ROJEV/ 28 GULAN 2012

ROJEV/ 28 GULAN 2012

*Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schulz, ragihand ku Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu pêngavek neavêtiye û ji ber cezayê li Parlementera Kurd a Amedê Leyla Zana hat birîn, Tirkiyeyê bi zimanek tund rexne kir.

* Gerilaya Kurd Gulbehar Derbîsiyê di temenekî biçûk de paleyî dike. Mîna gelek keçên Kurd bi hesreta xwendin û nivîsandinê dibe. Piştre tevlî nava refên gerîla dibe.

* Meclîsa Jinan a Demokratîk a Kurdan a li Qibrisê duwemîn kongreya xwe ya asayî li paytext Lîmasolê bi beşdariya bi sedan jinan li dar xist.

* Li gorî daneyên dawî yên li Tirkiyeyê tên weşandin, rêjeya turîstan a li Tirkiyeyê, di çar mehên destpêkê yên sala 2012’ê de li gorî her çar mehên sala 2011’ê ji sedî 6 daketiye. Di vê demê de 5 milyon û 608 turîst hatin Tirkiyeyê.

* Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku salane 10 hezar gurçik bi rêyên ne qanûnî têne firotin. Ev yek jî nîşan dide ku di her demjimêrekê de kesek dibe qûrbanê qaçaxçîtiya organan.

* Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyeyê di rapora amade kir de ragihand ku cihê razanê ya 8 hezar û 76 girtiyan nîne. Li gorî raporê, zêdehiya kapasîteya girtîgehên servekirî 1007 û ya girtîgehên sergirtî jî 8 hezar û 76 kes in.