*KNK’ê di rojên 26-27ê Gulana 2012ê de li Brukselê Kombûna xwe ya mezin pêk anî. Di roja pêşî de digel endamên KNK’ê, partî, hêz û kesên neteweyî jî amade bûn û li ser mijara bi giştî pirsa neteweyî gotûbêj û şêwireke berfireh pêk hat. Di encama kombûnê de KNK’ê û hemû beşdaran pêdivî dîtin ku ev banga neteweyî ji bo cîhan, Kurd û Kurdistanîyan bê belavkirin.
* Hikûmeta Filîpînan qedexeya ku heşt bû li ser xebitîna li Iraqê danîbû, ji bo axa Başûrê Kurdistanê ev qedexe rakir.
* Dadgehên Tirk ên di bin kontrola AKP’ê de her roj di dadgeh û îdîanameyan de cih didin stranên bi Kurdî û ceza bi ser de dibarîne. Herî dawî duh li navçeya Tetwan a Bedlîsê di îdîanameya der barê 20 kesên beriya 16 mehan hatin girtin hatin amadekirin de stranên Kurdî yên wek Oremar, Dengê Gerîla, Destana Zapê, Oy Kurdistan cih girtin û weke delîlên suc hatin hesibandin. Balkêş bû ku dozgeriyê ji bo strana “Oremarê” gotina “qaşo stran” bi kar anî.
* Penaberên Kurd ên li Almanyayê dixwazin ji mexazeyên Saturnê tiştên bi taksît bikirin, lê ji ber pasaporta penahiyê (îltîca) bi tengasiyan re rû bi rû dimînin.
* Li bejahiya naveçya Farqîna Amedê bi awayeke zêde veguhestina leşkerî û cebilxaneyê tê kirin.
*Girtiyê Kurd ê bi navê Cîhangir Badozadeh ê ku bi hinceta bi muxalefeta Kurdan a li Îranê re hevkariyê dike, hatiye girtin û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn, bi zextan re rû bi rû. Badozadeh, di 6’ê gulanê de anîn Girtîgeha Urmiyeyê û li wir xistin beşa karantînayê, piştre jî avêtin qawişa girtiyên edlî.
* Belgewariya bi navê “Saving Face” (Rizgarkirina Rû) a xelata Oscarê qezenç kir û çîrokên jinên Pakîstanî yên li rastî êrîşên bi kezabê tên, li Pakîstanê neket vîzyonê. Ji ber wê jî doz hat vekirin. Tişta balkêş ew e ku jinên di vê belgewariyê de cih girtine, bi xwe doz vekirin.