* Piştî ku 5. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê Leyla Zana bi sûcdarkirina “Li rexmê ku ne endama rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye û propaganda kiriye” 10 cezayê girtîgehê lê hate birîn, endamê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat yên Swêdê û Parlementerên Parlementoya Ewropayê bertekên hişk nîşan kirin. Parlementerên ku mijar birin Parlementoyê daxwazkirin ku Yeketiya Ewropayê helwestekê li hember dane.
* Wezîrê Perwerdeya Netewî ya Tirkan Omer Dînçer diyarkiribû ku, di derbarê mamostayê di 23’ê Gulanê de tevlî grevê bûyîn de lêpirsîn nayê vekirin jî, li Amasya û Denîzliyê di derbarê mamosteyan de lêpirsîn hate vekirin.
* Li Îranê ji 5 Kurdên beriya salekê hatibûn binçavkirin re 46 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Ji wan Kurdên hatine mehkûm kirin Velî Balkhanlo piştî demek kurt ku hate binçavkirin hatibû îdîakirin ku, di bin îşkenceyê de hatiye kuştin.
* Bi armanca amadekariya hevpeyaman avhewaya global ya nû, di hat armanckirin ku sala 2015’an ji îmzeyan re bê vekirin, li ser vî bingehî konferansa cihêrengiya avhewayê ya li bajarê Bonn yê Almanyayê neserketî bidawî bû.
* Rêxistina Mafê Mirovan ya Hemmûrabî ku li Iraqê yek jî saziyên mafê mirovan ya herî bibandore, li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên mafan yên li hember Êzidiyan şermezarkir.
* Alîkarê Şaredarê Tetwanê Nasir Olçer, ji ber tevlîbûna cenaze û şîna 2 gêrîlayan bûye û hevdîtinên telefonê yên weke ji avadaniyê re xîz û zigre rêke, hatine îdîakirin ku şîfrene 8 meh zêdetire li girtîgehê ye.