* Federasyona Komeleyên Suryaniyan ragihand ku hin saziyên çapemenî û weşanê dixwazin nakokî têxin navbera Suryanî û Misilmanan û ev bang kir; “Hêvîya me ew e ku hemû bawermend, dmekrat û pêşketî li hemberî dijminahiya ku dixwazin pêş bixin helwest nîşan bidin û ji vê zîhniyetê re bêjin êdî bes e.”
* Di Rapora Mafê Mirovan a 2011 ya ji aliyê Wezareta Derve ya DYA’yê ve hat amadekirin de rexneyên giran li Tirkiyeyê hatin kirin. Dozên KCK’ê, Komkujiya Roboskiyê, êrîş û zextên li ser çapemeniyê û kesên di xwepêşandanan de tên kuştin di raporê de cih girtin.
*Dengdana di hilbijartina serokkomartiyê ya Misirê de di roja duwemîn de bi dawî bû. Gelê Misirê piştî hilweşandina rejîma Husnî Mubarek cara yekemîn çûn ser sindoqên hilbijartinê û duh jî dengdan berdewam kir. Rêjeya beşdarbûna hilbijarin ji li gorî dihat payîn zêdetir bû û tê payîn ku encamên hilbijartinê herî zû roja sêşemê aşkere bibin.
* Serfermandariya Artêşa Tirk dest bi tesnîfekirina belgeyên der barê Qirkirina Dêrsimê de kir. Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun tevî 13 akademîsyenan ji bo beşdarî vê xebatê bibin serlêdan kirin, lê serlêdanên wan hatin redkirin.
* Xwendekarê pûla sêyemîn ê Beşa Endezyarî ya Zanîngeha Selçuk a Konyayê Muhammet Burak Aykurt, ji ber ku li ser dîwar ‘Bijî Biratiya Gelan’ û ‘Na ji YOK’ê re’ nivîsand, beşdarî panela li dijî HES’ê bû û di 1’ê Gulanê de beşdarî konsera komaz mûzîkê Grup Yorûm bû, hat girtin û ew şandin girtîgehê. Dozgeriyê îdîaya “Aykûrt endamê rêxistinê terorê ye û propagandaya wê kiriye” kir.
* Hikûmeta AKP’ê ji bo Amedê ji destê BDP’ê bigire serî li hemû rê û rêbazan dide. Vê carê jî ji bo Amedê di hilbijartinên herêmî yên 2014’ê de bigire, serî li pêşnûmeya Alîcengîz da. Hemû hîleyên AKP’ê yên di hilbijartinên sala 2009 de bi ser neket. Îcar, niha jî dixwaze vê xewna xwe bi sererastkirinên rêkûpêkiya bajarên mezin ên ku tê payîn di hezîranê de pêk bê, pêk bîne.
*12 welatên endamên YE’yê, li ser daxwaza Komîsyona Ewropa (KE) ya sala par planên xwe yên entegrasyonê yên ji bo Romanan pêşkêş kirin. Van her 12 welatan çavkaniyên ku ji bo entegrasyonê veqedandine, bi awayeke aşkere diyar kirin.
* Meşa di 27’ê gulana 1995’ê de ji bo kesên li kolanê û ji malê hatine revandin û di îşkence û girtîgehan de hatine “wendakirin” hatibû destpêkirin, bi berxwedaniyeke xurt didome. Di 27’ê gulana îsal de jî, dê Dayîkên Şemiyê ku bûne sembola berxwedana vê meşê, li ber Girtîgeha Aydin Yenîpazar a ku Mehmet Agarê ji doza Sûsûrlûkê hatiye girtin û gotibû “Me hezar operasyona li dar xist” meşek girseyî li dar bixin.