Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbol û Agiriyê hat pîrozkirin û şitil hatin danîn.
74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbol û Agiriyê hat pîrozkirin û şitil hatin danîn.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li avahiya nûnyertiyê ya li Beyoglû ya Stenbolê pîrozbahî li dar xist. Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu û gelek kesên din tev li pîrozbahiyê bûn.
Li Salona pîrozbahiyê quncikeke bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd û gulan hate xemildanin. Ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin.
Di axaftinên pîrozbahiyê hate destnîşankirin ku divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd têkoşîn bê mezinkirin. Di pîrozbahiyê de jinan stranên kurdî gotin û govend li ber hatin gerandin.
BAZÎD
DBP, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Bazîd a Agiriyê şitil danîn. Gelek kes tev li pîrozbahiya ku li Qesra Dîrokî ya Îshakpaşayê hat lidarxistin bûn.