Roj ne roja cejnê roja çalakiyê ye

Roj ne roja cejnê roja çalakiyê ye

Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran misilman nimêja cejnê yên sivîl bi girseyî pêk anîn û piştî nimêjan jî goristanên gêrîlayan ziyaret kirin. Di nimêj û serdanan de bertek nîşanî helwesta AKP'ê dan

Li Silopî, Hezex, Cizîr, Şirnex, Qoser, Şemrex, Riha, Bismil, Amed, Sêrt, Gever, Colemerg, Bazîd, Wan û Turgutluyê nimêja cejnê yê sivîl bi girseyî pêk hat û bi hezaran kes goristanên şehîdan ziyaret kir. Di nimêj û serdanên goristanan de hat destnîşan kirin ku ev cejn ji bo van cejneke reşe û wekî cejnên salên borî.

ŞIRNEX

Li navçeyên Silopî, Hezex, Cizîra Şirnexê bi girseyî ligel baranê bi hezaran kes nimêj kir. Di nimêja Silopî de Mele Hasêne Sipindarok axivî û anî ziman ku, heke li girtîgehan şahedet pêk bê berpirsyarê van hikûmeta AKP'ye. Sipindarok got ku, gelê Kurd li ber van zilmên AKP'ê tu carî wê serê xwe danaynin. Piştî nimêje gel ber bi goristana Şehîdlika Başak'ê ve meşiya Serokê BDP'a Silopiyê Mutalîp Sakman di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku, ev cejneke reşe û vê cejnê pîroz nakin.

Li navçeyaHezexa Şirnexê, li gel baranê bi sedan welatî li parqa Aştiyê kom bûn û nimêj kirin. Di nimêjê de Mele Alî Nas balkişand ser grevên birçîbûnê û diyar kir ku, girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê di Cejna Qurbanê de birçî, di doşeka mirinê de ne û ev 44 rojin ciwanên Kurd di zindanan de ji ber zilmê qebûl nakin bedenên xwe ji mirinê ra razandine.

Li Cizîrê jî bi heman armancê li gel baranê bi sedan welatî li avahiya BDP'ê ji bo nimêjê civiyan. Di nimêjê de Mele Seît Ozdemîr, da zanîn ku ev tundî, înkar û îmhakirina li ser gelê kurd naye qebûlkirin û AKP li hemberî van pêkanîna gunehdariyê dikin. Li pê nimêjê welatî bi girseyî çûn Goristana Asrî, ser gorê HPG'î yan ziyaret kirin.

SÊRT

Li Sêrtê bela ku rewşa hewayê şilî bû nimêj li avahiya BDP'a Sêrtê hat kirin. Nûnerên saziyên sivîl, BDP'ê û gelek welatî tevli nimêjê bûn. Her wiha bi heman armancê li navçeya Misirca Sêrtê jî welatî li avahiya BDP'ê kom bû.

AMED

Li Amedê jî li Sûka Binê Erdê ya Selaheddîn Eyûbî ji aliyê welatiyan ve "Nimêja Sîvîl ya Cejnê" hate kirin. Piştî nimêjê daxuyanî hat dayîn. Serokê DÎAY-DER'a Amedê Zahît Çîftkûran, bal kişand ser grevên birçîbûnê û anî ziman ku berî mirin çê bibe divê muzakere pêk bê.

Li Bismilê jî nimê li qeraxa Çemê Dîcleyê li parka Halîl Îbrahim Oruç hat kirin. Gelek welatî tevli nimêjê bûn û ji bo ku girtiyên ku ketina greva birçîbûne re dua kirin. Piştê duayên bi sedan kes nimêj kirin. Piştê nimêje gel çûn serdana goristanan.

ELÎH

Bi heman armancê bi hezaran kes li bexçeyê Çay a Şarederiya Elihê kom bûn û nimêj kirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Merdin û Şemrexê jî bi nimêj hat kirin. Nimêja cejnê li Mala Gel a Şex Davut Yalçınkaya a Qoserê hat kirin. Melê Mehmet Oncu weaz da û li ser greva birçîbûnê rawestiya. Li Şemrexa Mêrdînê jî di bin baranê de gel çûn li ser goristana HPG'î yan. Li serdana goristanan. Dayika gerîlayên HPG Omer Demîrel dema serdana goristanê de banga kurê xwe kir û got: "Tu goristana xwe de rihet razê, rêhevalên tê têkoşîna tê bê navber didin meşandin" gotina wî balê kişand.

COLEMÊRG

Wekî ku her cejnê dîsa gelên Colemergê piştî nimêjê çûn serdana goristanan. Endamên BDP'ê, nûrenên saziyên sivîl û welatî li taxa Sumbulê goristana gerîlayan ziyaret kir. Serokê BDP'ya Colemergê Rahmî Kurt bal kişand ser berxwedana girtiyan û got ku dê hevalên xwe têne nehêlin. Kurt got ku, roja cejnê ya sêyemîn de ji bo piştgirî bidin hevalên xwe li navanda BDP 'ê de em rêveberên xwe bihevre em bikevin greva birçibûnê. Rojek piştî wî ji jî taxan kom bi kom em bikevin grevê. Em li hemû gelên xwe bang dikin ku piştgirî bidin van çalakiyan.

Li Gevera Colemerg'ê jî cejn nehat pîroz kirin, lê piştî nimêjê bi hezaran welatî berê xwe dan goristanên şehîdan. Bi tevahî kesên ku hatin serdana goristanê cil û bergên reş li xwekiribûn.

WAN

Bi pêşengiya MEYA-DER'ê, welatî li Mala Gel ya Yenîmahalleyê kom bûn û meşiyan goristanê. Di meşê de welatî ala PKK vekirin, di serdanan de parlamenterên Wanê Nazmî Gur, diyar kir ku gelê kurd dê nirxên xwe xwedî derdikevin û kurd dê di rêya roniya şehîdan de bimeşin. Berdevkê KCD'ê û parlamenterê Wanê Ozdal Uçer, di serdana goristanan de axivî û destnîşan kir ku gelê kurd wek her cejnê îsal jî di nava êş û kulan de derbas dikin. Piştî axaftinan welatî bi kulîlkan goristan xemilandin. Her wiha li bajaroka Sixkêya Wanê jî welatî berê xwe dan goristanan.

AGIRÎ

Li Bazîdê jî welatî kom bûn heta goristana bajêr meşiyan. Parlamenterê Agiriyê Halîl Aksoy di serdana goristanan de diyar kir ku bila gelê kurd xwedî li berxwedanên li zîndana derkevin. Aksoy, got ku divê hemû kurd û kurdistanî piştgirî bidin berxwedana li girtîgehan.

MANÎSA

Li navçeya Turgutluya Manîsayê li avahiya BDP'ê nimêja cejnê hat kirin. Di nimêjê de li ser girîngiya berxwedana li girtîgehan hat rawestandin.