Robert Halef: Di pakêtê de daxwazên Suryaniyan cih nagire

Robert Halef: Di pakêtê de daxwazên Suryaniyan cih nagire

Parlamenterê Partiya Xiristiyanên Demokrat Robert Halef da zanîn ku di pakêta ku serokwezîrê Tirk Erdogan aşkerak iriye de mafên gelên Asurî-Suryanî cih nagire û got dayîna axa Mor Gabrîel a ku 1600 sale aydê Sûryaniyane  wek lîstika mişk-pîsikê ye.

Ji 5 parlamenterên Asurî-Suryanî yên parlamentoya Swêdê Robert Halef pêşnûmeyek pêşkêş kir û  me pê re pakêta demokrastiyê û daxwazên Asurî-Suryaniyan axivî.

Halef da zanîn ku pakêta ku Erdogan aşkera kiriye, daxwazên gelê Kurd, Asurî-Suryanî nayne cih û got: “Ligel vê pêngavek erê niye.  Ji sala 1923’an heta niha ji roja ku Meclisa Netewî ya Mezin a Tirkiyeyê hatiye avakirin heta niha cara yekemîn li vî welatî pirsgirêkê çêdibin.  Ez vê erênî dibînim.  Divê pakêt bi du beşan bê destgirtin. Ya yekemîn makeqanûnî, ya din jî xebatên der barê saziyan de ye. Sazî ji kesên xwedî baweriyên din re newekheviyê dike. Tirkiye endamê Yekitiya Ewropayê ye. Ji bo bibe Endam divê krîterên Kopenhagê bîne cih. Divê Tirkiye reformên nû pêk bîne.  Divê her sal Rapora xwe ya pêşveçûnê biweşîne. Di vî warî de em pakêtê têr nabînin.

Halef destnîşan kir ku ji bilî şûnde dayîn axa Mor Gabrîel ji bo Asurî-Suryaniyan tu tiştekî nû tune û got: “Ev hezar 600 sal bû Mor Gabrîel ji xwe ya me bû. Ligel ku dadgehê em mafdar dîtin jî dewletê, dest danî ser axa me. Niha lîstika mişk- pîsikê bi dawî bû. Axa keşîşxaneyê hat dayîn.

SURYANÎ DIVÊ WEK KÊMAR BÊN QEBÛLKIRIN

Halef di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku daxwazeyek herî sereke ya Asurî Suriyan eve ku Suryanî wek kêmar bên qebûlkirin û got: “Ji bo gelê me hebûna xwe, nasname, çand û dîroka xwe qebûl bike ev girînge.  Em dixwazin mafê wan bê dayîn û wek kêmar bên qebûlkirin. Hêviya me eve ku hikûmeta tirk di vê mijarê de biryarek bigire. Zimanê kurdan dê li dibistanê taybet  perwerdehiya wê bê dayîn. Ev pêngavek erêniye, lê têr nake. Divê li dibistanên dewletê bi zimanê kurdî û suryanî mafê perwerdê bê dayîn. Piraniya zarokên kurd û Suryanî nekarin biçin dibistanê taybe. Ligel Tirkî divê bi suryanî perwerde bê dayîn. Mînak li dibistanekê 5 zarokên Suryanî hebin divê perwerde bê dayîn.

Li tirkiyeyê divê pirçandî bê parastin û mafê zimanê perwerdehiyê yê kêmaran bê dayîn. Ev pêşvebirina civakê dê bixwe re bîne.  Ev  ne te ji bo kêmaran, ji netewa tirk girînge.  Ez wek kes pakêtek nû dipêm. Bendewariyên gel nehatin cih. Ji bo pêvajo bi lezgintir bimeşe min pêşnûmeyek da parlamentoya Swêdê.”

Di pêşnûmeya Halef de tê gotin ku li Tirkiyeyê 20 hezar Suryanî dijîn û zimanê ku ev 3 hezar sale bikartînin bi tunebûnê re rû bi rûye û xwest hikûmet Swêdê di vê mijarê de bikeve navahewldanan.

DIVÊ TIRKYA QIRKIRINÊ QEBÛL BIKE

Halef got ji bo Swêd konferransê qirkirinê yên navnetewî pêk bîne pêşnûme daye parlamentoyê û got armanca wê eve ku pêşî li qirkirinên nû bigire û li her derê qirkinên pêk hatine derkeve der û got: “Ji bo pêşî li vê bê girtin divê ji vê ders bê derxistin.  Her wiha divê Tirkiye jî qirkirinên li hemberî Ermenî, Suryanî û Ruman pêk aniye qebûl bike. Qebûlkirin û ji kesên mexdur lêberîn xwestin dê êşa gelan hinekî kêmtir bike.