Riyadê, 5 milyar dolar pere li Banka Navendî ya Tirk razand

Siûdî Erebistanê, ragihand ku 5 milyar dolar pere li Banka Navendî ya Tirk razandiye.

Li gor SPA’yê ku ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdî Erebistanê ye, Wezîrê Tûrîzmê yê Siûdî Ahmed Hatîb, Serokê Fonên Pêşveçûnê yê Siûdî, roja Duşemiyê bi Serokê Banka Navendî ye Tirkiyeyê Sahap Kavcıoğlu re li hev kiriye.

Li ser razandina pênc milyar dolar li Bank Navendî ya Tirk li hev hat kirin, lê behsa hûrguliyên peymanê nehat kirin. Ajansa SPA’yê, got ku ji bo bi kêrê zêdebûna rezervên dowîzê yên Tirkiyeyê were û bibe alîkar da ku îstiqrara pereyê Tirk çêbibe, peyman di nav du welatan de hatiye îmzekirin

Li Turkiyeyê ku ji ber nelirêtî û rêvebirina nebaş, aboriyê welêt ketiye û tu qîmet ji pereyê wê re nemaye, piştî erdhejên 6’ê Sibatê rewş yekcar xera bû. Bankaya Cîhanê, da xuyakirin ku ji ber erdhejan 34 milyar dolar zerara Tirkiyeyê bûye. 

Hêjayê gotinê ye ku Siûdî Erebistanê, beriya hilbijartina tê payîn ku 14’e Gulanê bê kirin, pere li Banka Navendî ya Tirk razand.

Têkiliyên navbera Tirkiye û Siûdî Erebistanê, ji ber kuştina Cemal Kaşikçi li Tirkiyeyê bi sê salan hatibû birîn. Daraza Tirk, par biryar da ku doza têkildarê kuştina Kaşikçi bigire.

Nehat zanîn ku çima Riyadê 5 milyar dolar pere ji ber çi daye Tirkiyeyê.