Rêyên diçin Girtîgeha Bakirkoyê hatin girtin

Rêyên diçin Girtîgeha Bakirkoyê hatin girtin

Destûr nayê dayîn ku malbatên girtiyan bi armanca piştevaniya bi girtiyan re li ber Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê çalakiya birçîbûnê ya 3 rojan pêkbînin. Polîsan derdorê girtîgehê dorpêçkiriye, bi sedan malbat li ser rêya tê girtîgehê hatin rawestandin.

Destûr nayê dayîn ku çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ya di pêşengtiya Meclîsa Jinan ya BDP’a Stenbolê de ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya di roja 43’mîn de ye û her wiha ji bo piştevaniya bigirtiya re û daxwazên wan bên pejirandin li ber Girtîgeha Bakirkoyê bidin destpêkirin. Polîsan hemû rêyên diçin girtîgehê girtin û rojnamevan jî di nav de destûr nadin tu kes biçe ber girtîgehê. Derdorê girtîgehê ji aliyê wesayîtên zirxî û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîsan bersiva “Ji Walîtiyê biryar heye, em destûr nadin tu kes bikeve hundir.”

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Hevseroka BDP’a Stenbolê Asiye Kolçak, malbat û rêveberên BDP’ê li ser rêya diçe girtîgehê kombûne.