Rêxistina Efûyê: Ji ber şîdeta çekdarî her sal 5 hezar kes dimirin

Rêxistina Efûyê: Ji ber şîdeta çekdarî her sal 5 hezar kes dimirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporeke bi ser navê ‘Bê dadî û zilm êdî dê wekê berê nebe’ weşand û di raporê de hate gotin ku di 2011’ande pêşandanê protestoyî li her derê cîhanê pêk hatine. Her wiha hate gotin ku bazirganiya çekan belav dibe û got her sal 5 hezar kes jiyana xwe ji dest didin.

Rêxistina Efûyê di rapora xw eya salan de wiha got: “Herî kêm 91 welat li gel astengiyên azadiyê, jin, mêr daketin kolanan û daxwazên xwe anîn ziman. Gelek hikûmeta bi şîdet mudxale kir herî kêm li 101 welatî bi hinceta kul i hemberî hikÛmetê çalakî pêk anîne rastî îşkence û muameleyên xerab hatin.”

Sekreterê Giştî yê Rêxistinê Salîl Shetty wiha got: “Ji bo ku mirov guherînek mayînd epêk bînin tenê ji rêveber xilas bûn têr nake. Divê hikûmet hem li malên xwe û hem jÎ li derveyî welat li hemberî azadiyan rêzdar be. Divê di asta navneteweyî de di berpirsyariya xwe de cidî bin.”

Shetty wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwepêşanderan nîşan da ku guherîn pêk tên. Wan hikûmet vexwendiyên edalet, wekhevî û mirovahiyê kirin. Her wiha nîşandan ku ew Lîderên ku daxwazên wan naynin cih naxwazin. Sala 2012’an bi awayekî bêtalih dest pêkir û lê divê biguhere.”

DEWLETÊN SERDEST HATIN BIÇEKIRIN

Di brerdewakiya raporê de balkişandin ser bazirganiya çekan û şîdeta bi çek û wiha hat gotin: “Civaka Navneteweyî li şûna ku ewlehî û edaletê bîne, dewletên serdet kirin bi çekan xemilandin. Ji ber şîdeta çekê salê 5 hezar kes jiyana xwe ji dest dide. Bi mîlyonan kes jî birîndar dibin. Rastî tacîz û tecawîzê tên. herî kêm 55 komên çekdar û hêzên hikûmetê an jî yekineyên zarokan wekî leşker bikartînin. Tenê 35 welat di mijara transferiya çekan a konvasiyonel de raporê dimeşînin.

CEZAYÊN MIRINÊ

Li gorî raporê di sala 2011’an de ji bo ku cezayê mirinê rabin pêngavên girîng çêbûne û lê got ku hêj gelek tiştên bê kirin hene û wiha pê de çûn: “Li cîhanê ji sedî 198 welatî 21 ji 11 sal berê kêmtir cezayê mirinÊ pêk anîn. Di sala2011’an de herî kêm 18 hezar û 750 kes mahkumê cezayê mirinê hatin.

LI ROJHILATA NAVÎN REWŞ

Di dawiya raporê de wiha hate gotin: “Serhildanên gel demeke dirêje didome. rejîmên ku bi salanin didomin dan zorê. Li hemberî çalakgeran şîdet hate pêkanîn. Kesên maf binpêkirin dernexistin pêş edeletÊ. Li Misir, Lîbya û Tunusê bi hezaran girtiyê siyasî serbest hatin berdan. Sînorên azadiya ramanê berfireh bûn. Ligel vê li Îran, Iraq , Suudî Arabîstanê û Yemenê înfaz zêde bûne.”