Rewşenbîrên Rûs: Greva birçîbûnê dê encam bigire

Rewşenbîrên Rûs: Greva birçîbûnê dê encam bigire

Ji bo girtiyên Kurd yên li girtîgehên Tirk ji 12’ê Îlonê ve di çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, piştgiriyek din jî ji rojnamevan, nivîskar û akademîsyenên Rûs hat. Rewşenbîran diyar kirin ku ew piştgirî didin çalakiyê û gotin: "Greva birçîbûnê dê emcam bigire."

Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji 12’ê Îlonê ve li girtîgehên Tirk ji bo pêkanîna tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, astengên li pêşiya parastina bi zimanê zikmakî û perwerdeya bi zimanê zikmakî bên rakirin dan destpêkirin û niha bi 10 hezar girtiyên siyasî didome, piştgiriyek din jî ji rojnamevan, nivîskar û akademîsyenên Rûs hat. 13’ê Mijdarê rojnamevan, nivîskar û akademîsyenên Rûs li Komeleya Çanda Kurdan ya Moskowayê hatin gel hev û çalakiya birçîbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş kirin.

Rewşenbîrên Rûs ku bi pêşengtiya Rêxistina Yeketiya Kurdên li Rûsyayê hatin gel hev û bal kişandin ser ku çalakiya birçîbûnê daye diyarkirin ku gelê Kurd di Rojhilata Navîn de aktorek girînge û çareseriya pirsgirêkê jî êdî hatiye ber derî, pêwîste ev wisan bê fêmkirin. Li ser girîngiya daxwazên ku çalakgerên greva birçîbûnê danîne holê li qada navnetewî jî bêne nîqaşkirin hate ziman.

'EV MAFÊN XWEZAYÎNE'

Endamê Yeketiya Gelên Kêmenetew ya Rûsyayê Roman Spektor diyar kir ku, “Ew ji ber vê çalakiya birçîbûnê pir bi xemgînin, çalakvanên greva birçîbûnê ji bo azadiya gelê xwe û rêberê xwe mirina xwe dane ber çavê xwe û ev yek pir bi wate ye. Daxwazên ku çalakvanên greva birçîbûnê anîne ziman, ji bo hemû gelan mafên xwezayîne, ji ber vê sedemê pêwîste ev daxwaz di qada navnetewî de di bingehê mafê mirovan de werin nîqaş kirin.”

'FERQA ERDOGAN Û HÎTLER TUNE YE'

Serokê Navenda Antî-Faşîst ya Moskowayê Yevgeni Proşeçkin jî ku beşdarî civînê bû, li ser nîqaşa darvekirinê ya ku Erdogan bi çalakiya birçîbûnê re da destpêkirin, axivî û got: “Nîqaşa darvekirinê ya Erdogan da destpêkirin, hate dîtin ku Erdogan ne zêde bi xwesteke ku bikeve Yeketiya Ewropayê. Gotina Erdogan ya bi awayek pir bi xwest dixwaze bîne ya yek nîjad, yek al û yek ziman dişibe gotina Hîtler ya yek nîjad, yek ziman û yek dewlet, ferqa Erdogan ji Hîtler tune ye.” Da diyakirin ku, pêwîste feraseta yekî ya ku Erdogan îro dike rojev li qada navnetewî bê teşhîrkirin.

'BIRÊZ OCALAN DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE AKTOREK GIRÎNGE'

Ji pisporên lêkolînên stratejîk yên Moskowayê Grigori Pavloviç ku tevlî civînê bû aşkera kir ku, di aliyê Kurdan de pêvajoyekî nû destpêkir, pêwîste Kurd vê firsendê baş binirxînin. Pavloviç anî ziman ku, polîtîkaya Kurdan ya Rûsyayê nediyare, lê belê yeketiya Kurdan ya di nava hev de girînge û got: "Pêwîste çalakiya birçîbûnê di çareseriya pirsgirêkê de weke astekî girîng were nirxandin. Di nava daxwazan de rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan jî heye û ev çawa daxwazekî mafdare ew qas jî Birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorekî girînge."

'XETA SOR YA KURDAN AZADIYA WANE'

Vilademir Zaharov jî destnîşan kir ku, “Çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd dane destpêkirin, di çareseriya pirsgirêka Kurd de xeta sor nîşan dike, ji bo van xetên sor li her çar perçeyen bi serhildana piştgiriyê didin çalakiya birçîbûnê. Bi çalakiya birçîbûnê Kurdan dan diyarkirin ku, êdî ew ji daxwaza azadiyê pêngavê paş de na avêjin. Xeta sor ya Kurdan azadiya wane.” Zaharov da zanîn ku, ew piştgiriyê dide çalakiya birçîbûnê.

'EZ HEYRANÊ KURDANIM KU LI DIJÎ DEWLETA DAGIRKER YA TIRKIYE DITEKOŞIN'

Pisporê Rojhilata Navîn Makarenko got: “Ez heyranê Kurdanim ku li hemberî dewleta Tirkiyeyê serî hildane û tekoşînê birêve dibin. Ji ber sedema bawerî û enerjiya Kurdan pir bi hêz e, li dijî dewletekî weke Tirkiyeyê dagirker tekoşînê didin meşandin. Dema ku mirov temaşeyî çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin dike, difikirim ku gelo ev çalakî dê rejima Erdogan birûxîne? Lê belê dema ez temaşeyî dîroka Kurdan dikim, ger berxwedana zindana ya sala 1982’an tuneba îro Kurdên bihêz û bi bawer dê tune ban. Dema ku mirov vê li gel berxwedana di dîroka Kurdan de dinirxîne, dê ev çalakiya birçîbûnê jî bibe encam.”

Di encama nîqaşa rewşenbîrên Rûs ya derbarê çalakiya birçîbûnê û pirsgirêka Kurd de kirin, peyamek weşandin. Di daxuyaniya hevpar hatî kirin de, hate diyarkirin ku daxwazên çalakvanên di greva birçîbûnê de mafdarin, pêwîste ev mafane bêne bicih anîn, ji ber vê jî ji bo mirin çênebin pêwîste bil ezgin Birêz Abdullah Ocalan li gel parêzeran hevdîtinê pêkbîne.

Peyama ku di encama civînê de hate çêkirin, biryar hate girtin ku ji rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî û tevayî balyozxaneyên li Rûsyayê re bişînin.