Bavê yek ji girtiyên jin ên di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtê de ku di greva birçîbûnê de ye Gulan Kiliçoglu, Haydar Kiliçoglûdiyar kir ku pirsgirêkên girtiyan zêde bûne. Haydar Kiliçoglû agahî da ANF’ê û da zanîn ku dilê çalakgeran teng dibe û xwîn der dibe. Kiliçoglû got; "Hûn jî fitikek bidin, qîrek bidin. Bila dengê we zêdetir derbikeve."
Haydar Kiliçoglû bavê yek ji çalakgerên Greva birçîbûnê Gulan Kiliçoglû ye. Daxwazên keça xwe weke daxwazên xwe dibîne û dibêje:"Me bi telefonê bi keça xwe Gulan re axivîn. Dilê keça min teng dibe, dilê wê lê dixe, mîdeya wê li hev dikeve, gava diçe destavê xwînê tê. Êdî xewa wan jî nayên. Bêhaliyeke giştî heye."
Kiliçoglû bal kişand ku tenduristiya çalakgerên di grevê de bi vîtamîn û xûrekan ve girêdaye û got: "Dikarin xûrekan qebûl nekin. Vexwarin dikarin pirsgirêkê taloq bike. Ya herî girîng jî ew e ku vîtamînê nadin. Keça min diyar kir ku rewşa 4 girtiyên jin ên 46 roj in di greva birçîbûnê de pir xirab e û her ku diçe berdewam dike."
'KEÇA MIN GOT KU DI ÇALAKIYA ME DE NERMBÛN ÇÊNABE'
Haydar Kiliçoglû ku bi rêya telefonê bi keça xwe re axivî da diyarkirin ku careke din hate dîtin ku girtî li ser biryara xwe nayên xwar û got: "Heta daxwazên wan neyên qebûlkirin, her tiştê dane berçavên xwe. Keça min di telefonê de got ku ‘tu nermbûnek çênabe, em ê çalakiya xwe bidomînin. Diyar kir ku moralê wan xweş e. Ji malbatan jî xwest ku moralê me baş be."
Kiliçoglû diyar kir ku daxwazên keçan wê daxwazên wî ne jî û ev bang li gel kir; "Hûn jî fitikek bidin, qîrek bidin. Bila dengê we zêdetir derbikeve."