Rewşa zarokên li Farqînê birîndar bûne xetere ye
Li navçeya Amed Farqînê, ji ber teqîna teqemeniyeke polîs û tîmên tevgera taybet, zarokekî jiyana xwe ji dest dabû 3 zarok jî birîndar bûbûn. Rewşa tenduristiyê 2 zarokan xetere ye.

Li Farqînê, ji ber teqîna guleya bombeavêjê ya polîsan li dû xwe hiştin, zarokê bi navê Hasan Yilmaz ê 9 salî jiyana xwe ji dest dabû, 3 zarok birîndar bûbûn. Ji zarokên birîndar Umît Yilmaz ê rewşa wî ne xetere ye li Servîsa Ortopedî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl, zarokên rewşa tenduristiya wan xetere jî Mert û Mazlûm Yilmaz li Unîteya Lezgîn a Zarokan a Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê tên tedawîkirin.
Piştî ku polîs û tîmên tevgera taybet xwe ji taxê vekişandin, zarokan cismeke dişibiya hêkê li erdê dîtibûn û dema pê dilîstin teqiyabû.