Rewşa li Îdlibê piştî teqîna duh bêhtir aloz bû

Li bajarê Îdlibê piştî danûstandina di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam duh teqîneke dijwar rû da. Piştî teqînê rewşa li Îdlibê bêhtir tevlîhev bû. 

Di encama danûstandinên dawiyê yên navbera çeteyên Ehrar El-Şam û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam,  çeteyên Eherar El-Şam ji deriyê Bab El-Hewa bi hemû çek û cebilxaneyên xwe ber bi Sehil El-Xab ve çûn. Çalakvanan anîn ziman ku konvoyên leşkerî yên çeteyên Ehrar El-Şam ku ji dehan wesayetan pêk dihatin ji deriyê Bab El-Hewa birêketin û berbi Sehel El-Xab a gundewarên Hemayê ve çûn.

Piştî ku Ehrar El-Şam xwe ji Idlibê vekişandin çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bê ku şer rû bide ketin navendên xwe de. Piştî wê nêzî Çerxeriya Çandiniyê ya bajarê Idlibê duh teqîn rûda. Di encamê de 17 kes mirin û zêdetirî 60 çeteyên ku di nava wan de sivîl jî hebûn, birîndar bûn. Çalakvanan teqez kirin konvoyeke Heyet Tehrîr El-Şam nêzî çarxeriya Çandiniyê ya bajarê Idlibê bi wesayeteke bombebarkirî hedef hatiye gitin.

Piştî ku teqîn rûda çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li ser bendên kontolê yên hundir û derveyî bajarê Idlibê hejmara çeteyên xwe zêde kirin.

Berî du rojan li bajarê Idlibê du bombeyên ku li gel çerxeriya El-Saie hatibûn dayîn, hatin teqandin û di encamê de 30 kes birîndar bûn.