Rewşa girtiyên nexweş Yusuf û Akbaba giran e

Li Stenbolê û Enqerê rewşa girtiyên nexweş Yusuf Akbaba û Veysel Tikaç hate bibîrxistin û banga bihistyariyê li raya giştî hate kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 509’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte li dar dixe, li avahiya xwe ya li Taksîmê pêk anî. Endamên komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Yûsûf Akbaba yê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin. Li eywana daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Bila girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba were berdan” hat daliqandin. 
 
Endamê Komîsyona Girtiyên Nexweş yê ÎHD’ê Mehmet Acettîn, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin û bangên têkildarî mijarê jî tên paşguhkirin. 
  
Acettîn, dazanîn ku Yûsûf Akbaba (57) ku 29 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye, bi nexweşiya giran a şekir, tansiyona bilind û dil e û ji ber van nexweşiyan hatiye asta korbûnê. Acettîn anî ziman ku  Akbaba ji ber birînên xwe yên baş nabin bi zehmetî dikare bimeşe. Acettîn, destnîşan kir ku ji ber nexweşiyên xwe yên di rewşên lezgîn de çêdibin, gelemperî nebirine nexweşxaneyê, dema dibin nexweşxaneyê jî dermanên wî yên bireçete nadinê û di demekî dirêj tena sera xwe di karantînayê de dihêlin.
  
Acettîn, diyar kir  tevî ku Akbaba nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne jî, di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got: “Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Akbaba di hucreyeke li koridora girtiyên edlî lê hene tê ragirtin û bi hedef nîşandana girtiyên edlî gefa kuştinê lê tê xwarin. Yûsûf Akbaba ku mafê wî yê tenduristî û tedawiyê hatiye astengkirin, mîna girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane terkî mirinê hatiye kirin û ji bo karibe mafê xwe yê jiyanê biparêze divê demildest were berdan.”
 
Acettîn, xwest ku Akbaba û hemû girtiyên din ên nexweş, pîr, astengdar demildest bên berdan û di vê mijarê de raya giştî hestiyar be.

ENQERE
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 381’emîn de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê vê hefteyê rewşa girtiyê nexweş Veysel Tikaç ê li GirtîgehaTokatê ya Tîpa T’yê dimîne girt û ji bo wî li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û got ev 4 sal in Tikaç di girtîgehê de ye û 50 salî ye. 
 
Tûrgût da zanîn ku nexweşînên wek dil, şekir û xerabûna fonksiyona gurcikan bi Tikaç re hene û di pileyek bilind de nexweşîna şekir pê re heye. Tûrgût anî ziman ku Tikaç bi vî halê xwe nikare di girtîgehê de bimîne û tevî divê anjiyo bikin û stend werin bicihkirin jî lê nayê kirin. Tûrgut da zanîn ku niha sê çar hebe damarên Tikaç xitamandî ne û divê were tedawîkirin. Tûrgût diyar kir ku Tikaç ji ber xerabûna fonksiyona gurcikan jî bêhal e û ji ber tedawiya wî nayê kirin rewşa wî giran dibe. Tûrgût xwest Saziya Tiba Edlî li gorî rêgezên tibê raporê ji bo Tikaç amade bike û ji bo dikaribe tedawiya xwe bike cezayê wî were taloqkirin û berdan.