Rewşa girtiyên nexweş Ozel, Ekîncî û Kirtay giran e
Ji bo girtiyên nexweş Erhan Ozel, Şemsettîn Ekîncî û Abdûl Halîm Kirtay çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo girtiyên nexweş Erhan Ozel, Şemsettîn Ekîncî û Abdûl Halîm Kirtay çalakî hatin lidarxistin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgeha a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 553’emîn de, çalakiya “Rûniştina F” de li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê hat lidarxistin û rêveberên ÎHD’ê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Erhan Ozel (43) ê li Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L’yê dimîne. Di çalakiyê de pankarta “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” hat vekirin û dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat berzkirin.
Berdevka Komîsyona Girtîgehan Meral Nergîs Şahîn daxuyanî xwend û bi bîr xist ku li girtîgehan 655 jê giran bi giştî hezar û 520 girtiyên nexweş hene û eger binpêkirinên mafan neyên çareserkirin dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.
Şahîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Erhan Ozel û diyar kir ku nexweşînên wek dil, hipertansiyon, bawesîr (hemoroîd), tîroîd pê re hene û kulêmeka wî ketiye. Şahîn da zanîn ku ev nexweşîn jiyana Ozel dixe xetereyê.
Şahîn anî ziman ku Ozel di sala 1999’an de emeliyata bypassê bûye û ew di 2’ê mijdara 2008’an de hatiye girtin û ji ber girtî ye tevî ku hatiye gotin divê kontrola wî bênavber bê kirin jî lê tedawiya wî tê astengkirin. Şahîn da zanîn ku Ozel di nameya ku ji ÎHD’ê re şandiye behsa rewşa xwe kiriye û destnîşan kiriye ku taqeta wî nemaye û sewqî ya ji bo nexweşxaneyê nayê kirin. Şahîn anî ziman ku nexweşînên Ozel girantir dibin û tevî vê yekê jî mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin û xwest tavilê bê berdan.
ÎZMÎR
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 263'an ku du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Berê ya Konakê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebe, nebe şirîkê vî sûcî" nivîsandî hat vekirin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Şemsettîn Ekîncî yê 73 salî ku di Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R'ê de ye hat sekinandin.
Serokê Komeleya ÎHD'ê ya Şaxê Îzmîrê Zafer Încîn axivî. Încîn bal kişand ser tenduristiya Ekîncî û wiha got: "Tansiyon û şekir pê re heye. Di Çileya 2017'an de ji ber ku demarên mejiyê wî xitimîne krîz derbas kiriye û dermanên ronkirina xwînê dane wî û ew şandine. Di sala 2018'an de li qawîşê nerihet bûye û ew rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgîlê û li vir xwîn çûye ser mêjiyê wî. Mudaxile hatiye kirin, lê ji hêla çepê ve felcî bûye û niha nikare rabe ser pêyan. Ekîncî berê jî gelek caran sewqî ATK'ê hatiye kirin, lê tenç rapora 'nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne' dane wî û daxwazên ji bo taloqkirina cezayê wî jî hatine redkirin."
Încîn bilêv kir ku her wiha çavên Ekîncî jî baş nabînin û wiha got: "Ji ber dermankirinê zêdetirî 4 meh in li Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R'yê tê girtin, lê ji bo dermankirina wî tiştek nayê kirin û bereksê wê tenduristiya wî xirabtir dibe. Ji bo çavê çend caran çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê, lê heya niha bi tu awayî nehatiye dermankirin."
Încîn destnîşan kir ku demildest divê Ekîncî bê emeliyatkirin û ji bo bê dermankirin bê berdan.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ENQERE
Însiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalakiya xwe ya 425'an li dar xist. Di çalakiyê de pankarta li ser "Dermankirina mafek e, nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan" nivîsandî hat vekirin. Di çalakiyê de endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'a Enqereyê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdul Halîm Kirtay ê di Girtîgeha Bûrhaniye ya Tîpa T'yê de.
Çevîrmenê anî ziman ku Kirtay di 29 salên xwe yê girtîgehê de di gelek girtîgehan de maye û got: "Abdul Halîm Kirtay ku nikare bi tena serê xwe lazmatiyên xwe pêk bîne. Wî birine Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê û li vir nêzî 4 salan hatiye girtin, lê baş nehatiye dermankirin û rewşa wî xirabtir bûye. Di Îlona 2022'an wî birine Girtîgeha Burhaniye ya Tîpa T'yê. Ji ber ku ji zû de ye di girtîgehê de ye, nexweşînên cuda lê peyda bûne. Nexweşînên wekî prostat, diyabet, tansiyona zêde, fitiq û nexweşiyên din ên giran lê peyda bûne. Di heman demê de ji ber qezayekê 3 tiliyên wî jî tune ne. Di girtîgehê de çend carab fitiq lê peyda bûye û ji ber vê laşê wî tim nêm digire."
Çevîrmenê got: "Li gor agahiyên malbatê ragihandine, bi rêya telefonê hatiye gotin ku li nexweşxaneyê ye û ji ber vê nehiştine hevdîtinê bi malbatê re bike. Lê a rast ew nebirine nexweşxaneyê. Personel bi awayekî kêfî nehiştine hevdîtinê bike. Nexweşxaneyê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne daye Kirtay, lê Saziya Tiba Edlî vê raporê esas nagire û ji ber vê Kirtay nayê berdan."
Çevîrmen bang kir ku Kirtay demildest bê berdan.