Rewşa girtiyên nexweş giran e

Li Stenbol û Enqereyê bal hat kişandina ser rewşa girtî Alî Kûrban ê ji sedî 94 astengdar û jinên girtî yên nexweş.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 571'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku her hefte lidar dixe, vê heftê li ber avahiya xwe lidar xist. Di çalakiya vê hefteyê de komîsyonê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Alî Kûrban ku li Girtîgeha Hejmara 3 a Tîpa T a Alîaga ya Îzmîrê girtî ye û  ji sedî 94 astengdar e. Di çalakiya ku gelek kes tevlî bûn de pankart hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin.

Di çalakiyê de endama ÎHD'ê Mûkaddes Şamîloglû daxuyanî da û bi bîr xist ku heta niha hê jî bi awayekî fermî derbarê 70 girtîgehên li herêma erdhejê daxuyanî nehatiye dayîn û qala rewşa girtî Alî Kûrban kir ku ji sedî 94 astengdar e. Şamîloglû, destnîşan kir ku gelek nexweşiyên Kûrban hene û banga berdana Kûrban kir.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 443’emîn çalakiya xwe ya heftane de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan hatin ba hev. Di daxuyaniyê de ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên nexweş.  

Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî û pirsgirêkên ku girtiyên jin pê re rû bi rû dimînin vegotin.

Çevîrmen da zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 14, li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê 15, li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê 2, li Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê 1 li gelemperiyê Herêma Anatoliya Navîn 32 girtiyên jin ên nexweş hene û nav û nexweşiyên jinên nexweş ên li van girtîgehên navborî tên ragirtin rêz kirin.

Çêvîrmen, diyar kir ku divê kontrolên tenduristiyê û tedawiya girtiyên nexweş ên jin bê navber bên kirin û got: “Divê înfazên girtiyên nexweş ên giran ên nikarin li girtîgehê bên dermankirin, tavilê bên taloqkirin û bên berdan. Divê sewqên bi muayeneyên kelepçekirî û bi wesayîtên yek kesî yên rîngê yên li dijî rûmeta mirovahiyê bên rawestandin. Divê li girtîgehan tîmên tenduristiyê yên mudaxilekirina bilez hebin û birina revîrê û sewqên nexweşxaneyê bên lezandin.”