‘Rewşa girtiyên nexweş Dîkme û Çam giran e’
Di çalakiyan de ku li Enqere û Stenbolê hatin lidarxistin, bal bi ser rewşa girtiyên nexweş Îlhan û Emîn Çam de hat kişandin û wiha hat gotin: ‘’Rewşa wan giran e divê bên berdan.’’
Di çalakiyan de ku li Enqere û Stenbolê hatin lidarxistin, bal bi ser rewşa girtiyên nexweş Îlhan û Emîn Çam de hat kişandin û wiha hat gotin: ‘’Rewşa wan giran e divê bên berdan.’’
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 447'emîn de li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalakî li dar xist. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Enqereyê Umît Can Akbulut daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê di Girtîgeha T ya Qubînê ya Êlihê de girtî ye.
‘17 ROJAN DI HUCREYÊ DE MAYE’
Akbulut da zanîn ku Mehmet Emîn Çam 72 salî ye û sala 2013’an hatiye girtin û wiha got: “Di der barê wî de doz hat kirin û piştî 10 mehan di girtîgehê de ma hat berdan. Lê belê doza ku di sala 2013'an de hat kirin, bi dawî bû û 9 sal ceza lê hat birîn û di 14'ê adara 2022'yan de careke din hat girtin û ewil birin Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê û 17 rojan di hicreya yekkesî de ma. Di vê pêvajoyê de ew nebirin nexweşxaneyê, tenê caren birin revîrê. Di 1'ê nîsana 2022'yan de ji Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê sewqê Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T’yê hat kirin û nêzî salekê ye li vir tê ragirtin."
‘DI MÊJIYÊ WÎ DE ÛR HEYE’
Akbulut diyar kir ku Çam di sala 2014'an de ji ber serêş û êşa di milê wî de li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatiye mieyenekirin û di encamê de hatiye diyarkirin ku li aliyê rastê yê mejiyê wî lekeyek derketiye û wiha got: "Hat gotin ku ew tumor e. Ji bo vê nexweşiyê, ew neçar e ku heta sax be dermanên xwînê bi kar bîne. Li gorî testên ku ji bo êşa milê wî hatine kirin, hat gotin ku stûyê wî ji kesên normal pirtir xwar bûye û ji ber şert û mercên giran ên xebatê ev xwarbûn çêbûye.”
‘2 CARAN JI GURÇIKA XWE EMELIYAT BÛYE’
Akbulut anî ziman ku Çam ji gurçika xwe jî nexweş e û du caran emeliyata gurçikê bûye û wiha got: “Her tim di gurçika wî de girik çêdibin. Ji ber girikan tim lê sar e û havînan jî nikare germ bibe. Li milê çepê jî bêhêziyek her tim heye. Çavên wî baş nabînin û ji ber kataraktê her du çavên wî emeliyat bûne. Di çavên wî de jî pirsgirêkên miyopî û astigmatîzmê hene. Baş nabihîze.
‘NAYÊ DERMANKIRIN’
Akbulut destnîşan kir ku divê Çam li nexweşxaneyê bê dermankirin, lê li şûna wê tenê ew rakirine revîrê û wiha got: “Di beşê de tiştên ku hewcedariyên wî yên bingehîn bi cih bînin tune ne; jimartina li ser pêyan tê ferzkirin û di jimartinê de bi cil û bergên wek pîjama û şimik nayê jimartin. Bijîşkê ku emeliyata gurçikê ya Mehmet Emîn Çam kir got ku ‘girik dibe ku dubare bibe û heke bibe divê demildest midaxale bê kirin'. Niha ev nexweşî dîsa lê peyda bûye. Di serdanê malbatê dîtiye ku rû û çavên wî werimîne û tiştan ji bîr dike. Tevî ku ji bo dermankirina wî serî li rêveberiya girtîgehê daye jî, ji bo tedawiya wî hêj tiştek nehatiye kirin.”
DAXWAZA BERDANÊ
Akbulut bal kişand ser nexweşiya giran ku li Çam peyda bûye û wiha got: “Eşkere ye ku Mehmet Emîn Çam ê ku divê bêyî navber bê dermankirin, ji ber temen û nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Ji bo hemû pêvajoyên dermanbûyînê bi awayekî baş û bêyî navber berdewam bibin, divê bi lez û bez bê berdan.’’
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li ber avahiya komeleyê çalakiya heftane ya 575’emîn a “Rûniştina F” li dar xist û gelek Mafparêz û nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn û pankarta “Dermankirin, maf e nayê ku bê astengkirin’’ hat vekirin.
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Leman Yûrtsever, daxuyaniya vê hefteyê xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen.
DI 3 MEHAN DE 13 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAYE
Yûrtsever bal kişand ser girtiyên nexweş ku di nava salê de jiyana xwe ji dest daye û li gorî daxuyaniya navenda komeleya wan di sê mehên ewil ên sala 2023’yan de 4 jê girtiyên nexweş, 3 jê bi çekan, 6 jê bi awayekê guman, bi giştî 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Yûrtsever diyar kir ku ew bang li rayedaran dikin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û çareseriyê hilberînin.
JIYANA WÎ DIXETEREYÊ DE YE
Yûrtsever bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ku di Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R’yê de tê ragirtin û rewşa wî giran e û her ku diçe xetereya jiyanî li ser zêde dibe. Yûrtesever anî ziman ku sala 2019’an xwîn çûye ser mêjiyê Dîkmen û demeke dirêj e ku li nexweşxaneyê tê dermankirin û ji bo tedawiya wî înfaza wî 4 caran hatiye taloqkirin.
Yûrtesever bi bîr xist ku ji ber xwîn çûye ser mêjiyê Dîkmen rewşa wî dijwartir dibe û jiyana wî di xetereyê de ye û ew ji sedî 85 astengdar e lê nayê berdan. Yûrtsever ji bo Dîkmen û hemû girtiyên nexweş bên berdan û li derve bên tedawîkirin banga berdanê li rayedaran kir.