Di çalakiya Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî û Çalakiya “Rûniştina F” ya ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş de vê heftiyê jî hatin ba hev.
ENQERE
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 397’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Adnan Yalçin ê ku bi nexweşîna penceşêrê ketiye.
Çevîrmen anî ziman ku nexweşiyên giran û kronîk ên Yalçin hene û ji sala 2005’an vir ve tevî ku nexweş e jî nayê berdan û ew ketiye rewşek ku nikare bi rê ve here û ew bi alîkariya hevalên xwe dijî. Çevîrmen anî ziman ku Yalçin li Nexweşxaneya Amedê ya Gazî Yaşargîlê ji roviyan emeliyat bûye û di kêliya emeliyatê de krîza dil derbas kiriye û tevî van nexweşîn û rewşa wî jî Saziya Tiba Edlî rapora “dikare di hepsê de bimîne” daye Yalçin. Çevîrmen xwest cezayê Yalçin ê niha li Girtîgeha Dîlokê girtî ye bê taloqkirin û tavilê bê berdan.
STENBOL
Çalakiya “Rûniştina F” ya ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş, di hefteya 525’emîn de li pêş Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. Daxuyanî endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê Meral Nergis Şahîn xwend.
Şahîn, bal kişand ser mirina Ferhan Yilmaz û tiştên li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê qewimîn û got: “Em bang li Wezareta Dadê û hemû rayedaran dikin; ewilî îşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê rawestînin. Ji bo ku heqîqetê derxînin holê rêveberiya girtîgehê ku ji van bûyeran re çavên xwe girtine demildest ji peywîrê bigirin û ji bo bûyer were ronîkirin derfetan ava bikin ku şandeyên lêkolînê yên sivîl biçin girtîgehê bi girtiyan re hevdîtinê bikin û heqîqetê bi raya giştî re parve bikin.“
NEXWEŞIYA EPÎLEPSÎ Û TUMORA MEJÎ PÊ RE HENE
Şahîn, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek û diyar kir ku bi Ozbekê re nexweşiyên epîlepsî û tumora mejî pê re hene. Şahîn, da zanîn ku piştî Ozbek di 27’ê Cotmeha 2020’an de li Stenbolê emeliyata mejî bû dîsa birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û got: “Ozge Ozbek a ku berî baş bibe hate girtin li ser hewldanên parêzerên wê înfaza wê 3 mehan hate taloqkirin û hate berdan.”
‘ATK’Ê ASTENG KIR’
Şahîn bi lêv kir ku tevî tedawiya Ozbek berdewam kir dikir jî careke din hate girtin û birin girtîgehê. Şahîn, da zanîn ku Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Daricayê bi dîroka 24’ê Kanûna 2021’an raporeke ku “Nikare di şertên girtîgehê de bimîne” amade kiriye.
Şahîn destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê rapora ku “Dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir û taloqkirina înfaza Ozbek asteng kir.
Şahîn bi lêv kir ku ji ber xesara di mejiyê Ozbek de çêbûye, tumorên nû û krîzên epîlepsiyê bi piştgiriya hevalên xwe dikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne û got: “Ji ber tumorên di mejiyê wê de pêşveçûne, ji bo were dermankirin û mafê wê tenduristiyê û jiyanê were parastin divê were berdan. Em rayedaran vedixwînin peywîrê û raya giştî jî vedixwînin hestiyariyê ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”