Rewşa girtiyên nexweş Şenturk û Acar girane

Di çalakiyên li Enqere û Stanbolê de bal hat kişandin li ser giranbûna rewşa girtiyên nexweş Mehtap Şenturk û Tenzîle Acar.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, di hefteya 394’emîn a çalakiay xwe de li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapmeniyê. Di daxuyaniyê ku pankarta “Dermankirin maf e, nikare were astengkirin” hate vekirin de Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî.

 Çevîrmen, bal kişand ser girtiya nexweşa giran Mehtap Şenturk a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.

Çevîrmen, da zanîn ku Şenturk a piştî cezayê wê yê hefsê hate pejirandin di 3’yê Adara 2022’yan de hate girtin, 15 sal in nexweşiya MS pê re heye. Çevîrmen, bi bîr xist ku di 28’ê Îlona 2021’an de rapora weke “Ji sedî 80 nikare li ser piyan bisekine, bimeşe” dane Şenturk û anî ziman ku ji bilî nexweşiya MS nexweşiya epîlepsiyê jî bi Şenturk re heye.

Çevîrmen, bi lêv kir ku di 16’ê Adara 2022’yan de Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi Şenturk muayene kiriye, rapora “Dikare di Girtîgeha Tîpa R de bimîne” daye wê û wiha berdewam kir: “Di raporê de dinivîsî ku nexweşiya MS pê re heye, tedawiya heyî sûdeke baş negirtiye, nikare destava xwe ya biçûk bigire, lingên wê xwe nadene ber hatine tespîtkirin û ji ber tedawiya psikiyatrik neditiye rapora dikare di girtîgehê de bimîne hatiye amadekirin.”

Çevîrmen, bi lêv kir ku Şenturk a muhtac e ku malbata wê li wê binêre hêj jî di girtîgehê de tê ragirtin û da zanîn ku serlêdana parêzerê wê ya daxwaza taloqkirina înfazê hêj nehatiye bersivandin. Çevîrmen, destnîşan kir ku pêdiviyên Şenturk ji aliyê dayika wê ve tên pêşwazîkirin û got: “Hem dayika wê hem jî ew bi xwe mexdûr dibin, şertên girtîgehê ferzî dayika wê jî tên kirin. Keseke astengdariya wê evqas giran ne pêkane ku li Girtîgeha Tîpa R bimîne. Ji bo ku Şenturk a muhtacî li lênêrînê heye were dermankirin, hemû pêdiviyên wê bên pêşwazîkirin divê demildest înfaza wê were taloqkirin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş 522 heftene çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê li pêş avahiya xwe li dar xist de, bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar ku ji 21’ê Adara 2017’an ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Gelek malbatên girtiyên nexweş, endamên ÎHD’ê û welatî tevlî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiya nexweş Tenzîle Acar bila were berdan” hat daliqandin û gelek wêneyên girtiyên nexweş ên jin hatin hilgirtin. Pêşiya ku çalakî were lidarxistin, polîsan kolana ku avahiya ÎHD’ê lê ye dorpêç kirin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran ku di daxuyaniyê de axivî,  bal kişand ser nexweşiyên Acar û dazanîn ku nexweşiyên bêhn tengî, zerik(Hepatît B) û Tuberkuloz pê re hene û ji  qirika wê xwîn tê. Onaran, bi lêv kir ku ji ber ferzkirina tedawiya bikelemçe dermankirina Acar di nivî de dimîne û wiha got: “Rewşa Acar her roja ku diçe giran dibe. Ji ber van pêkanînan rewşa Acar di xetereyê de ye.”

Onaran, da zanîn ku ji jiyana girtiyan dewlet berpirsyar e û got: “Nabe ku girtiyên ji ber nexweşiyên dikarin bên dermankirin jiyana xwe ji dest bidin, weke rewşeke asayî bê dîtin. Divê dewlet şert û mercên jiyanê yên li girtîgehan bigihîne pîvanên mirovahiyê û astengiyên li pêşiya dermankirin û tenduristiyê ya girtiyên nexweş rake. Em careke din ji vir bang li rayedar û civakê dikin û dibêjin, girtiya nexweş Tenzîle Acar û hemû girtî bila bên berdan.”

 Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên, “Bila girtiyên nexweş werin berdan” , “Tenzîle Acar bê berdan” û “Tecrîd dikujê, piştgirî dide jiyîn” hatin berzkirin.