Rewşa 4 girtiyên din ên nexweş giran e
Bal hat kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş Dîcle Bozan, Emrah Nebîoglû, Slaman Yildiz û Ahmet Zekî Ozkan.
Bal hat kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş Dîcle Bozan, Emrah Nebîoglû, Slaman Yildiz û Ahmet Zekî Ozkan.
Komîsyona Girtiyan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Çalakiya hefteya 518'emîn, li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Girtiya nexweş Dîcle Bozan bila were berdan” hatibû vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Dîcle Bozan ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Kayseriyê dimîne.
Yolerî da zanîn ku Bozan di sala 2017’an de bi birîndarî hatiye binçavkirin û wiha domand: “Li nexweşxaneyê şarapnalên di lingê wê de nehatin derxistin. Hêj birînên wê baş nebûyîn û baş nehatî dermankirin, şandin girtîgehê. Her wiha nexweşiyên mîgren û epîlepsî lê peyda bûne. Ji ber epîlepsiyê, carnan bi ser hişê xwe diçe. Lewma divê li girtîgehê bi tena serê xwe nemîne. Di 2018'an de ji ber ku derfetên Girtîgeha Xarpêtê nebûn, Bozan şandin Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê. Diviya bû bihata emeliyatkirin lê ev emeliyat 9 mehan hat taloqkirin. Dîcle Bozan ku daxwazên wê nehatin qebûlkirin û di 28'ê adara 2018'an de dîsa şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Xarpêtê.”
Bi domdarî Yolerî diyar kir ku Bozan di hevdîtina bi parêzerê xwe re jê re gotiye ku mafê wê yê tenduristiyê bi temamî ji holê rabûye û wiha pê de çû: “Bozan, 5 caran bi wesayîta rîngê birine nexweşxaneyê lê nîşanî bijîşk nedane. Parêzerê wê dibêje ku ji bo dermankirin û paşvexistina înfaza Bozan, gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê û dadgehê dane lê tevek jî hatine redkirin. Parêzer dibêje ku nêzikatiya girtîgehê ya li hemberî Bozan, îşkence ye. Di bi navê dermankirinê de Bozan îşkence dikin. Em vê qebûl nakin. Divê Bozan li derve bê dermankirin. Xuyaye ku bi vî halî re Bozan terkî mirinê kirine.”
Yolerî, ji bo Bozan û hemû girtiyên nexweş banga dermankirinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyan, banga me li rayedaran ew e ku peywira xwe bi cih bînin. Di vê mijarê de divê raya giştî jî bihestiyar tevbigere.”
ÎZMÎR
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Ji girtiyên nexweş re azadî” ya du hefteya carekê li dar dixe, li pêş Sumerbank a Kevin a Konakê pêk anî. Di çalakiya 245’emîn de pankartên “Girtiyên nexweşên giran dimirin, bêdeng nebe” û “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin” vekirin. Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û dayikên di Nobeta Edaletê de jî beşdar bûn. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû û Salman Yildiz.
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan Ahmet Çîçek ê daxuyanî da têkildarî rewşa tenduristiya girtiyên beriya 3 hefteyan li Mûglayê hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê de tên radigirtin agahî da.
Çîçek, da zanîn ku Emrah Nebîoglû yê 30 salî tevî berdana dozger jî ji dosyeyeke li Êlihê hatiye girtin û wiha got: “7 sal û 3 meh cezayê hefsê yê li Nebîoglû hatiye birîn heye. Dosya niha li Dadgeha Bilind e. Dema di sala 2013’an de derbasî Kobanê bû fîşekek bi serî ket, birîndar bû û felc ma. Li Êlihê hat dermankirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê di 26’ê Kanûna 2019’an de ji sedî 94 rapora astengdariyê wergirtiye.”
Çîçek, derbarê nexweşiyên Nebîoglû de jî agahî dan û bi lêv kir ku dema Nebîoglû li malê jî bû nedikarî tena serê bijî û xwişkên wî alîkariya wî dikirin. Çîçek, anî ziman ku roja hatiye girtin ve malbata wî ji wî agahiyan nagire.
Çîçek, berdewamê daxuyaniya xwe de têkildarî rewşa tenduristiya Salman Yildiz ê 31 salî jî ev agahî parve kirin. “Salman, piştî Dadgeha Bilind 7 sal 3 meh cezayê wî yê hefsê pejirand hat girtin. Salman dema ji bo alîkariya mirovî derbasî Kobanê bûye ji serê xwe birîndar bûye. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û li Nexweşxaneya Dunya ya Êlihê de hat dermankirni. Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê ji bo heta mirinê rapora astengdariyê ya ji sedî 68 dayê. Li gorî agahiyên ku malbata wî dan ji ber nikare tena serê xwe bijî, dayika wî lê dinêrî.”
Çîçek, diyar kir ku her du girtî jî nexweşên giranin û xwest demildest bên berdan.