Artêşa rejîma Sûriyeyê piştî topbarana li hemberî taxa Eşrefiye ya Helebê ku di encamê de 15 Kurd jiyana xwe xwe ji dest dan, ji bo Cejna Qûrbanê agirbest ragihand.
Di daxuyaniya fermî ya artêşa Sûriyeyê de ku di kanala televîzyona fermî ya dewletê de hate weşandin ku wan ji bo sibê ku roja yekem a cejnê ye, agirbest îlan kiriye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku agirbest dê ji sibê saet 06.00 heta 29’ê cotmehê berdewam bike. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew dê êrîş bê bersivê.
Pêşniyara agirbesta demkî ya bi wesîleya Cejna Qûrbanê ji Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Laxdar Brahîmî ve hatibû.
Hêjayê gotinê ye ku piştî ku di seatên serê sibehê de, komek Artêşa Azad xwest bikeve taxa Erşefiyê, lê hêzên YPG’ê nehiştin û ew ji taxê derxistin, artêşa rejîma Suriyeyê jî bi hawanan tax bombebaran kir.
Di encama bombebarana ku saet di 14.30'an de pêk hat û 5 topên hawanê ketin nava taxê de, 8 ji wan kurd, yek tirkmen û 3 jî ereb bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di topbaranê de nûçegihanê Ronahî Tv Kendal Welat û nûçegihanê ANF'ê Cudî Ronahî jî di nav de zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku ji kesên birîndar Semah Evdirrehman Şêxo ji gundê Qîbar ê girêdayî Efrînê, Evdilqadir Temo û Xetîce Nasîf Hilo ku ji Taxa Şea ya Helebê reviya bû li Taxa Eşrefiyê bicîh bibû jî, jiyana xwe ji dest da. Bi 3 kesan re, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 15’an.