Hêzên artêşa rejîma Suriyeyê Taxa Eşrefiyê ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn, bi hawanan topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê hatine bidestxistin, serê sibelê seat di 07.00’an de komek Artêşa Azad xwest bikeve taxa Erşefiyê, lê hêzên YPG’ê û asayîşê nehiştin û ew ji taxê derxistin. Piştî vê bûyerê saetek beriya niha jî, vê carê artêşa rejîma Suriyeyê bi hawanan tax bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.