Rejîma Îranê cezayê îdamê li Tahirî birî
Rejîma Îranê cezayê îdamê li serokê saziya ramanê ya Xeleka Îrfanê Mihemed Elî Tahirî birî.
Rejîma Îranê cezayê îdamê li serokê saziya ramanê ya Xeleka Îrfanê Mihemed Elî Tahirî birî.
Dadgeriya Îranê, cezayê îdamê li serokê saziya ramanê ya Xeleka Îrfanê Mihemed Elî Tahirî birî. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, Şaxê 26'an ê Dadgehên Şoreşê yên Tehranê, ji sûcê "nebaşî li cîhanê belav kiriye" cezayê îdamê da Mihemed Elî Tahirî. Beriya niha jî cezayê îdamê li Tahirî hatibû birîn û ev ceza ji aliyê dadgeheke bilindtir ve hatibû betalkirin.
Tahirî, ku sala 2000'î navendeke raman û felsefeyê ya bi navê Xeleka Îrfanê ava kir, ji bo pirsgirêkên li Îranê projeyên çareseriyê pêşkêş dikir. Rejîma Îranê, sala 2010'an bi îdîaya "qelsbûna baweriyê" girtibû.
Komîteya Baweriyan a Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê duh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû, ev biryar şermezar kiribû û xwestibû, ku li Îranê azadiay fikir û ramanê bê parastin.