Qirkirina siyasî dewam dike: Li Hatay û Antalyayê 3 kes hatin girtin
Li Hatay û Antalyayê 3 kesên din hatin girtin.
Li Hatay û Antalyayê 3 kesên din hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên weke konsepta şer a AKP'ê destpê kir de, girtin dewam dikin.
Li Hatayê welatiyê bi navê Recep Kaya (25) ê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên 24'ê Tîrmehê de hat binçavkirin, hat girtin. Bi vî rengî hejmara kesên li bajêr hatin girtin derket 6'an.
'JI BER KU WÊNEYÊ XIZMÊ WÎ LI CEM BÛ, HAT GIRTIN'
Li Antalyayê jî Ferhat Kaya, Mesût Ozcan û Mehmet Kirbag ên di 27'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştre bi daxwaza girtinê radestî 2. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Antalyayê hatin kirin. Dadgehê jî Kaya û Ozcan girt û ew şandin Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê.
Dayikê Aytan Kaya nerazîbûn nîşan da û got, "Dewlet emrê zarokên ciwan tine dike." Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Hakan Evcîn jî diyar kir ku ji be wêneyê xizmê wî yê PKK'yî yê jiyana xwe ji dest da di telefona wî de bû, Kaya hatiye girtin.