Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê di çarçoveya konsepta şer de ji nû ve xistiye meriyetê, dewam dikin. Li Sêrt, Amed û Bûrsayê di serdegirtinên malan de 26 kesên din hatin binçavkirin. Polîsan zarokekî ji mejî ve astengdar girtin binçavan û berdan. Her wiha hat ragihandin ku polîsan di dema binçavkirinê de li welatiyan dane.
SÊRT
Li taxên Înonu, Dogan, Bariş, Kooperatîf, Tinaztepe û Keşkol ên Sêrtê, tîmên taybet ên polîsên Tirk danê vê sibehê avêtins er malan û rêveberê DBP'ê yê bajêr Selman Erdemcî, endamê ÎHD'ê Mîrza Ekîn, endamê Egîtîm Senê Mehmet Arger, Haci Ozer, Mehmet Can Kaçar, Abdûllah Polat, Zekî Baydetîn, Emrûllah Poge, Abdulkadîr Çîftçî û Y.O. (15) kirin binçavan. 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê. Li vê derê Y.O. ê 15 salî ku ji aliyê mejî ve astengdar e sewqî Şaxê Zarokan hat kirin û li vir hat berdan. Bavê xwendekarê zanîngehê Abdûllah Polat ê hat binçavkirin Yûsûf Polat anî ziman ku di dema serdegirtinê de heqaret li wan hatiye kirin û her çend e ji destê xwe ve emeliyatkiriye jî, polîsan li wî dane.
AMED
Li navçeya Amed Çinarê polîsan danê vê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de Şukru gul û kurên wî Azad Gul, Mûrat Gul û Îzzettîn Gul, her wiha xizmekî wan ê navê wî nehat zanîn ku li mala wan bû, Agît Demîrta, Bawer Tûrgût û Ferman Tûrgût ên birayên hev, kesekî bi navê Hamûd ê paşnavê wî nehat zanîn, hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Çinarê.
BÛRSA
Li Bûrsayê di serdegirtinên danê vê sibehê de 7 kes hatin binçavkirin. Di operasyonên ku bi fermana Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê hatin kirin de li navçeyên Osmangazî û Yildirim 7 kes hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Di serdegirtinên li vî bajarî de Nûçegihanê DÎHA'yê yê Bûrsayê Omer Gul jî di nav de 16 kes hatibûn binçavkirin û tevî Gul 14 ji wan hatibûn girtin.