Qirkirina siyasî dewam dike: Gelek kes hatin girtin û binçavkirin

Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî dewam dike. Gelek kesên hatin binçavkirin hatin girtin. Polîs di serdegirtina malan de şîdetê dimeşîne. Li hin serdegirtinan jî çek li xwediyên malan kişandin û gef li wan xwarin.

Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî dewam dike. Gelek kesên hatin binçavkirin hatin girtin. Polîs di serdegirtina malan de şîdetê dimeşîne. Li hin serdegirtinan jî çek li xwediyên malan kişandin û gef li wan xwarin.

EDENE 

Li gelek taxên Edeneyê polîsan bi helîkopteran bi ser malan de girtin. Di encama serdagirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. 

ANTALYA

Li Antalyayê jî ji 14 kesên roja bihurî hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin. Piştî karên îfadeyan ên li Midûriyeta Polîsan 14 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 11 kes serbest hatin berdan 4 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên dadgehê 3 kes bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

ÎZMÎR 

Li navçeya Menemen a Îzmîrê jî 8 kesên du roj berê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin Faîk Oznûr, Dogan Oznûr, Hakan Altay, Gokhan Yildiz û Kadîr Çagan hatin girtin.

Ji 16 kesên li navçeya Narlidere jî hatin binçavkirin 8 kes piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan, 5 kes jî piştî îfadeyên dadgehê serbest hatin berdan û 3 kes hatin girtin.

MÊRDÎN 

Li navçeya Stewrê jî di encama serdagirtina malan de Hevserokê Rêxistina DBP'ê Şehmus Aksoy hat binçavkirin. Li taxa Uçer jî Gulîstan Gultekîn hat binçavkirin. Li navçeya Qoserê jî di serdagirtina malê de Cengîz Erdem hat binçavkirin.

COLEMÊRG 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî piştî êrîşa li hemberî lojmanên polîsan pêk hat tîmên taybet bi ser gelek malan de girt û di serdagirtina malan de heya niha Fahrettîn Akdenîz û Mervan Taş hatin binçavkirin.

MÛŞ 

Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî operasyonên binçavkirinê berdewam dikin û di encama operasyonan de Maşallah Ozyildirim, Mahmût Ozyildirim û Ramazan Tûrpçû hatin binçavkirin.

Heya niha li navçeyê 16 kes hatin binçavkirin û 7 kes piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan serbest hatin berdan.

Li navçeya Kopê jî ciwanê bi navê Zafer Çagla hat binçavkirin.

ERZÎROM 

Li naçveya Qereyazî ya Erzîromê polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdagirtina malan de Hamît Ateş û Şerîf Ateş hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.

HATAY 

Li Hatayê jî 8 kesên di 24'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 3 kes serbest hatin berdan û Ferhat Akdogan, Yûsûf Bedîr, Mûstafa Seymen, Bayram Ayhan û Abdullah Rahat bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

RIHA 

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê ji 9 kesên hatin binçavkirin 2 kes piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan û 7 kesên din jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê 2 kes serbest hatin berdan û 5 kes jî sewqî dadgehê hatin kirin. Pşitî îfadeyên dadgehê 4 kes serbest hatin berdan û Ahmet Ateş hat girtin. 

SEMSÛR 

Li Semsûrê jî ji 15 kesên hatin binçavkirin 10 kes piştî îfadeyan serbest hatin berdan û Yilmaz Gunaydin, Alî Gozubuyuk, Mazlûm Yilmaz, Serhat Ayaz û Huseyîn Yalçin Çalişkan hatin girtin.

DÎLOK 

Li Dîlokê ji 21 kesên hatin binçavkirin Mehmet Alî Tumen, Bûrak Vakkas Emre, Arîf Anik, Abdulazîz Akyurek piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest hatin berdan.