Qetlîama Gurumê li Îzmîrê hat bîranîn
Pêkhateyên Federasyona Elewî û Bektaşî yên li Îzmîrê yên di Qetlîama Gurmumê hatinî qetilkirin bibîr anîn, diyarkirin ku birînên qetlîamê nekviyane û gotin, “Me ji bîr nekiriye û em efû nakin.”
Pêkhateyên Federasyona Elewî û Bektaşî yên li Îzmîrê yên di Qetlîama Gurmumê hatinî qetilkirin bibîr anîn, diyarkirin ku birînên qetlîamê nekviyane û gotin, “Me ji bîr nekiriye û em efû nakin.”
Pêkhateyên Federasyona Elewî û Bektaşî yên li Îzmîrê, ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Gurgumê de hatin qetilkirin li ber Navenda Çandê ya Alsancak Turkan Saylan daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de pankarta "Me Komkujiya Gurgumê ji bîr nekir, em ê nehêlin bê jibîrkirin" hatin vekirin, dirûşmeyên "Duh li Gurgum, îro li Sêwas, çareserî di şerê li dijî faşîzmê de ye" û "Wê hesabê Gurgum bê pirsîn” hatin berzkirin. Daxuyaniya ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr piştgirî dan, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Li ser navê komê Mustafa Aslan daxuyanî da û bi bîr xist ku di ser Komkujiya Gurgumê ya ku di Kanûna 1978'an de pêk hat û rê li ber darbeya faşîst a 12'ê Îlonê vekir 43 sal derbas bûn.
Aslan diyar kir ku di qetlîamê de li gorî daneyên fermî 121 kes mirin û li gorî reqemên rastîn hê zêdetir in û got, "Wek her carê kesên ku behsa biratiyê dikin, Elewîyên ku bi wan re heman hewş, bajêr û heman kolanê parve dikirin, bi awayekî hovane qetil kirin. Birîna ku ji ber wehşeta ji aliyê navendên hêzên tarî yên dewletê hatibû plankirin û derdorên nîjadperest û dîndar jî wek aktor hatin bikaranîn, tevî ku 43 sal derbas bûne hîna nekeviye."
QURETİYA AKP’Ê
Aslan da zanîn ku hîn rojên ku cudakarî û gotinên nefretê yên li dijî Elewiyan di lûtkeyê de ne hatine jiyîn û wiha got: “Hişmendiya ku bi hemû gotinên faşîst, tekxwaz, nîjadperest û înkarker berdewam dike, van rojane dilê Elewiyan xweş dike. Ev rewş quretiya AKP’ê ye. Yên ku di dîrokê de Elewîtî qetil kirin, îro jî bi meaş li dedeyan û li xwekirina kirasên 'Navenda Çandê' li cemxaneyan hewl didin Elewîtiyê bikujin. Bi vê minasebetê divê bê zanîn ku dedeyên ku ji dewletê meaş werdigirin an jî wê bigrin dê bi kesên ku li Kerbelayê Alî Asker, li Gungurê Alî Tiraş û li Madimakê Koray Kaya qetil kirin re destên xwe dane hevdu."
'EM Ê EFÛ NEKİN'
Aslan kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, "Me komkujiya li Sêwas, Çorûm, Gazî, Dêrsim, 19'ê Kanûnê, Roboskî, Reyhanli, Gezî, Pirsûs û bi taybet Komkujiya Enqerê ji bîr nekiriye. Em ê nehêlin bê jibîrkirin. Em ê efû nekin. Em şehîd û hevrêyên di van komkujiyan de hatine windakirin bi rêzdarî bi bîr tînin."