Qerdiyanan gef li Guven xwarin
Diyar bû qerdiyanan gef li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwarine.
Diyar bû qerdiyanan gef li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwarine.
Keça Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye Sabîha Temîzkan serdana dayika xwe kir.
Temîzkan, li ser hesabê xwe yê Twîtterê rewşa dayika xwe parve kir û ragihand ku gef li dayika wê hatiye xwarin. Temîzkan, gotinên dayika xwe bi van gotinan ragihand: "Min dayika xwe Leyla Guven dît. Got dema ku ji bo derziyê lêbidin ew birine beşa derzîlêdanê, ji ber ku destê wê di berîka wê de bûye gardiyanekî zilam gef lê xwariye. Gardiyanê bi navê Îsmalîl ji dayika min re gotiye, 'destê xwe ji berîka xwe derxe'. Dema ku dayika min li dijî wî derketiye ji dayika min re gotiye, 'Ji niha pê ve tu yê bibînî' û bi awayekî vekirî gef li dayika min xwariye. Dayika min Leyla Guven, vegot ku rexmî astengkirina gardiyanan û duyemîn midurê girtîgehê jî gardiyan gefên li dijî berdewam kiriye. Dayika min, 'Heke ew nebûna wê tundiya fizîkî li min bikira'. Wê dayika min giliya bûyera ku li ber qamereyan çêbûye bike."