Qedexeya li Girê Medresatê dewam dike

Qedexeya li Girê Medresatê dewam dike

Îro jî destûr ji rojnamevan û welatiyan re nehat dayîn ku biçin Girê Medresat ê ji aliyê leşkeran ve hat valakirin. Li ser gir maşînên zirxî hatine bicihkirin û hemû rêyên ber bi aliyê gir, ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.

Girê Medresat ê Pirsûsê ku pevçûnên li Kobanê jê tê dîtin, dîsa hat qedexekirin. Girê Medresatê ku du caran li dû hev hat qedexekirin, îro jî li xebatkarên çapemeniyê û gel hat qedexekirin. Li ser gir maşînên zirxî hatine bicihkirin û hemû rêyên ber bi aliyê gir, ji aliyê leşkeran ve hatine girtin. Bi hinceta "qedexe ye" destûr ji rojnamevanan re nehat dayîn ku derkevin ser gir.