Protestoyên 9'ê Cotmehê yên li Edenê rastî êrîşa polîsan hatin

Protestoyên 9'ê Cotmehê yên li Edenê rastî êrîşa polîsan hatin

Li navçeyên Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê bi sedan kesên ji bo şermezarkirina 9'ê Cotmehê hatin gel hevdu rastî êrîşa polîsan hatin. Pevçûnên piştî êrîşa polîsan ku rû dan heta derengiya şevê dewam kirin. Gelek kes ji bombeyên gazê bandor bûn. 

Li taxên Daglioglu, Şakîrpaşa, Hurriyet, Anadolu, Kuçukdîkîlî û Denîzlî yên girêdayî navçeyên Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê bi sedan ciwan hatin gel hevdu û salvegera derxistina Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji Sûriyeyê şermezar kirin. Welatiyên ku rê li çûnûhatinê girtin, bend danîn û agir pêxistin. Polîsên ku bi maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê bi ava şid, gulleyên plastîk û bombeyên gazê dest li welatiyan werdan. Welatiyan jî bi kevir, molotofkokteyl, fîşekên hewayî û bi şûşeyan bersiv dan û xwe parastin. 

Pevçûn heta derengiya şevê dewam kirin. Di pevçûnan de ji ber ku polîsan zêde bombeyên gazê bi kar anîn gelek kes bandor bûn. Di destwerdana polîsan de nehat zanîn bê kesek hatiye binçavkirin an na.