Protestoyên 9'ê Cotmehê bi şevê jî berdewam kirin

Protestoyên 9'ê Cotmehê bi şevê jî berdewam kirin

Li Manîsa, Turgutlu, Sultanbeylî û Bagcilarê 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Sûriyê bi meşên girseyî hat şermezarkirin.

TURGUTLU

Rêxistina BDP'ê ya Turgutluyê bi boneya 9'ê Cotmehê roja derxisitna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê şermezar bike, li ber avahiya BDP'ê ya Turgutluyê daxuyanî dan çapemeniyê. Komê di çalakiyê de pankarta "Çareseriya demokratîk û ji Ocalan re Azadî" vekir û dowizên "Ger ku em Roboskî ji bîr bikin bila dilê me hişk bibe" û "Em komploya navneteweyî şermezar dikin" bilind kirin. Nûnerên BDP'a Manisayê HDP û gelek kesên din amde bûn. Serokê Rêxistina BDP'a Turgutlu Selahattin Dagli daxuyanî xwend û 9'ê Cotmehê şermezar kir. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

MANÎSA

Rêxistina BDP'ê ya Manîsayê jî bi heman armancê meş pêk anî. Koma ku li ber Mixtariya Nurlupınarê li hev kom bûn, heta ber nûnertiya BDP'ê ya Navçeya Nurlupinarê meş pêk anîn. Komê di meşê de bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Bimre komploya navneteweyî", "Bijî berxwedana YPG", "Qasidê Aştiyê li Îmraliyê ye" gotin. Di meşê de endam û rêveberên BDP'ê HDP û gelek kesên din amade bûn. Hevserokê BDP'a Manîsayê Kerem Taylan, daxuyanî xwend û 9'ê Cotmehê şermezar kir.Kom piştî daxuyaniyê belav bûn.

SULTANBEYLİ

Li navçeya Sultanbeyli ya Stenbolê jî koma ku li ber Plato AVM kom bûn, heta Mizgefta Navendî ya Sultanbeyli meş pêk anî. Komê di meşê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alên KCK û PKK'ê bilind kirin. Komê dîsa di meşê de pankarta "Em 9'ê Cotmehê şermezar dikin" vekirin. Di çalakiyê de rêveberên BDP, YAKAY-DER û nûnerên gelek saziyên din amade bûn. Komê bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Bimre komploya 9'ê Cotmehê" û "Bê serok jiyan na be" berz kirin. Komê piştî "Çerxa Şoreşê" xwendin Hevserokê BDP'a Stenbolê Emrullah Bîngul daxuyanî xwend û 9'ê Cotmehê şermezar kir.

BAGCILAR

Rêxistina BDP'ê ya Bagcilara Stenbolê jî bi heman armancê çalakî pêk anî Koma ku li Qada Bagcilarê kom bû pankarta "Em komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin" vekir û sloganên "Bê serok jiyan na be" "Bijî serok Apo", "Nêzîkatiya Ocalan sedema aştî û şer e." gotin. Komê di çalakiyê de alên KCK û PKK'ê vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Rêveberê BDP'a Stenolê Erkan Karabayir, daxuyanî xwend û 9'ê Cotmehê şermezar kir.

Çalakî bi sloganan bi dawî bû .