Di çarçoveya projeyek a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê berê yê Spanyayê Jose Rodriguez Zapatero Yekitiya Şaristaniyê ava kirin, lê projeyê xwe li ber krîza aborî negirt. Ji ber krîzê, Spanyayê para xwe ya di projeyê de daxist ji çaran yek û gelek welatan jî birîna bûtçeyê kirin hincet. Dê roja pênçşemê civînek li Stenbolê bê lidarxistin û ev welat dê balyozên xwe bişînin.
Tirkiye malovaniya Forûma Yekgirtina Şaristaniyan dike, lê ji ber birîna bûtçeyê Serokwezîrê Spanî Mariana Rajoy beşdarî forûmê nabe. Rajoy li şûna xwe, Wezîrê Derve yê Spanî dişîne Stenbolê û para Spanyayê ya di projeyê de daxist ji çaran yek.
Li aliyek din jî, ji 120 sazî û welatên beşdarî projeyê bûn, bi taybet welatên Ewropa û Amerîkaya Bakûr, ji ber “birîna bûtçeyê” di asta wezîran de beşdar nabin û dê balyozên xwe yên li Enqereyê bişînin Forûma Şaristaniyan a li Stenbolê.