Politikayên şer ên AKP’ê li Amsterdam hatin şermezarkirin

Li Amsterdamê politikayên şer ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Li Amsterdamê politikayên şer ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Çalakiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Amsterdam pêk anî, li Îstasyona Amsterdam Centraal hat lidarxistin.

Di çalakiyê de êrîşên hewayî yên dewleta Tirk li hemberî herêmên gerîla û binçavkirina siyasetmedarên sivîl hatin protestokirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku ya destê Tevgera Azadiya Kurd a aştiyê dixwaze negirt û pêvajoya çareseriyê qedand dewleta AKP’ê ye, bi vê helwesta xwe destek daye DAIŞ’ê û derdorên faşîst û wê ji mirinan berpirsyar bê dîtin.

Di çalakiyê de belavok jî ku hatin belavkirin, Demhat Azad ê Amerîkî yê li Rojava di nav refên YPG’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kir, di çalakiyê de axivî. Azad got ku Rojava şerekî di navbera rûmeta mirovatiyê û dijminên mirovatiyê de ye û yên li ber xwe didin wê mutleq bi ser bikevin.

Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

...