Bi ketina Agiriyê re, mirov rast li heybeta Çiyayê Ararat tê. Piştî bi Çiyayê Agirî min xura canê xwe ya bi 12 salan şikand, ez ber bi navendê ve meşiyam. Li Agiriyê her kes serî di ber de dimeşe, mirov ji xayisbûna wan fêm dike ku kêfa wan ne li cih e. Tu dibê qey nava bajêr di bin avê de ye, mirov di meşînê de jî zêde zehmetiyê dikişîne. Li navenda bajêr golên avê çêbûne, em xwe di ser wan re diavêjin û dimeşin. Mirov dibîne ku ev bajarê qedîm çawa bi tena serê xwe hatiye hiştin. Fikira hevpar a xelkê Agiriyê ya li kuçe û qehweyan em bi wan re diaxivin, ev e: ‘’Agirî, piştî serhildana sala 1926’an hatiye cezakirin’’ … Bi vê gotinê, mirov bi rewşa Agirî tê de ye, dizane.
CIWAN LI AGIRIYÊ NEMANE
Di xizaniyê de li Tirkiyeyê, rêza Agiriyê pêncemîn e, nifûsa xwe bi tevahî 536 hezar e. Terkê qedera xwe hatiye kirin. Polîtîkayên tolhildanê yên berpêyî Agiriyê ku piştî serhildana Agiriyê ya sala 1926’an, tu dibê qey tê cezakirin, hêj jî berdewam in. Li Tirkiyeyê, bajarê betalî herî pir lê heye, Agirî ye. Nifûsa Agiriyê, berê 542 hezar bû, niha hatiye ser 536 hezarî. Sê salên dawîn 6 hezar kesan ji Agiriyê bar kiriye. Nifûsa Agiriyê sala 2011’a nêzîkê 555 hezar bû. Sedema kêmbûna nifûsê ya herî mezin, betalî û xizanî ye. Hema bibêje ciwan li Agiriyê nemane. Ciwanên Agiriyî bi taybetî bar dikin Kanadayê. Bi zanebûn rê li ber vê koçê tê vekirin û tê teşwîqkirin. Ciwan ku tu pêşerojê ji xwe re li bajêr nabînin, terka bajêr dikin.
BIKARANÎNA TIRYAKÊ
Pirsgirêkeke mezin a din a li Agiriyê, zêdebûna bikaranîna tiryakê ye. Li Bazîdê ku sînorê xwe bi îranê re heye, bi taybetî bikaranîna metamfetamînê zêde dibe. Ev tiryaka ku ji Îran û Efxanistanê tê, li her derê bi rehetî peyde dibe. Polîs û leşker, bi zanebûn rê li ber bikaranîna tiryakê vedikin. Li Bazîdê ku hema bibêje serê her kmyekê nuqteyeke kontrolê le heye, peydekirina tiryakê wisa bi rehetî nîşaneyeke berbiçav a polîtîkaya dewletê ye.
KUŞTINA JINAN
Pirsgirêkeke civakî ya mezin a din a li Agiriyê jî kuştina jinan e. Li Agiriyê, bi tenê şeş mehên pêşîn ên sala 2022’yan 7 jinan bi awayekê gumanbar xwe kuşt. Navçeya kuştina jinan a bi awayekê gumanbar lê herî pir e, navçeya Diyadîn a Agiriyê ye. Şaredariya wê di destên qeyûm de ye. Qeyûmê hat tayînkirin, pêşî tabelaya Kurdî rakir û ala Tirk bi hemû pencereyên şaredariyê ve kir.
SAYANÊ ŞOVMEN ZIRARÊ DIDE XELKÊ AGIRIYÊ
Agirî ku bi van hemû pirsgirêkan vedigevize, 4 sal in ji aliyê Savci Sayan ê şovmen ê AKP’yî ve tê birêvebirin. Li Agiriyê ku betalî lê pir e, rewşa kuçeyan qet ne baş e. Li her dera bajêr golên avê çêbûne. Li Agiriyê ku zivistana wê heşk e, gel bi derfeta xwe cemed û berfê paqij dike. Şaredariya Agiriyê ji bo gelê Agiriyê wek ku nîn be. Li kuçeyên Agiriyê, bi dîtina dîmenên ku me kişandin, mirov baş têdigihîje ku Agirî çawa tê birêvebirin.
‘BI ZANEBÛN DIKIN KU CIWAN BIBIN KOÇBER’
Em bi Hevserokê HDP’ê yê Agiriyê Mûrat Ozturk re li ser pirsgirêkên Agiriyê axivîn. Ozturk, got ku pirsgirêka herî mezin a li Agiriyê, betalî ye û wiha axivî: ‘’Ji ber betaliyê gelek kes bar dikin Kanadayê. Li Agiriyê hema bibêje ciwan nemane û bi zanebûn ber li vê tê vekirin. Xizanî pir e, gel hînê neçariyê hatiyê kirin. Polîtîka tê pêkanîn ew e ku mirovan hewceyê xwe bikin. Zexta AKP û MHP’ê gelek e, polîtîkaya wan ew e ku cih li mirov teng bikin. Şaredariya AKP’ê hemû saziyên deshilatdariyê dane pişta xwe, lê tiştekî nade gelê Agiriyê.’’
‘CIWANÊN ME HÎNÊ TIRYAKÊ DIKIN’
Ozturk, da xuyakirin ku tiştê herî pir zorê dide wan û gelê Agiriyê ew e ku tevî zextan, zêdekirina koçberiya ciwanan e. Ozturk anî ziman ku ciwanên mane jî hînê tiryakê dikin û derbirî ku ew bi rêya partiyê bi çalakiyên cur bi cur bang dikin ku gel hestyar be û wiha bi axavtina xwe de çû: ‘’Ciwanan pir ji esilê xwe dûr dikin. Vê bi zanebûn zêde dikin. Em têr li dijî vê têdikoşin ya na, ew jî mijareke din e.’’
‘HEBÛNA SAYAN LI AGIRIYÊ, NE REWA YE’
Ozturk bi lêv kir ku Şaredariya AKP’ê hemû saziyên desthilatdariyê dane pişta xwe û zêde zerarê dide Agiriyê û gotina xwe wiha temam kir: ‘’Siyaseta xwe bi tirsandinê dikin. Tu car li Agiriyê rêveberiyeke wiha ya xerabûyî nehatiye dîtin. Bi tenê şovmeniyê dikin. Di erdhejê de şovê dikin. Medyaya alîgir vî şovmenî ji carekê du caran li weşanên xwe dike mêvan û ev kes gotinên demagojîk ên wek ‘’Ez ê HDP’ê biqedînim’’ dike. Bila were, em bi hev re derkevin kuçeyan bê ka kî ji yê din rewatir e. Li ber çavên me ev kes tu rewa nîn e.’’
‘JI PROJEYÊN ME YÊN JI BO TIRYAK Û JINAN NABÊJIN ERÊ’
Hevserokê HDP’yî ya Patnosê Muşerref Geçer jî got ku pirsgirêkên herî mezin ên li Agiriyê ew rû bi rû ne, bikaranîna tiryakê û kuştina jinan e. Geçer, diyar kir ku wan wek şaredarî di vî warê xebatên cur bi cur kirine û wiha axivî: ‘’Projeyên ku me Şaredariya Patnosê ji bo girtina ber li bikaranîna tiryakê û kuştina jinan, amade kirin, ji aliyê rayedaran ve hatin redkirin. Dixwazin me û gel bîni hemberê hev. Lê tevî her tîştî em ê li xebata xwe dewam bikin. Em bi polîtîkayên neyînî yên AKP û MHP’ê yên berpêyî jinan dizanin. Li Agiriyê bi taybetî ev kirine wek polîtîka. Guherîn û veguherîna civakê bi jinan mimkûn e û bi xebatên ku em dikin, dibînin ku guherîn û veguherîneke wiha heye. Karê şaredariyê em û gel bi hev re dibin piştevan û dikin. Dest didin ser cihên ku em dixwazin bikin park jî. Li navçeyên me bikaranîn tiryakê zêde dibe, polîtîkayeke bi zanebûna koçberkirina ciwanan ber bi derveyê welêt ve heye. Li dijî van hemûyan em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.’’
KAYA: XELKÊ BAZÎDÊ HATIYE CEZAKIRIN
Taha Kaya ku Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê ye û bi salan siyaset li Bazîdê kiriye, got ku bi taybetî xwezî bi bikaranîna tiryakê tê kirin. Kaya, bi bîr xist ku hilbijartinên çûyî, qeymeqamê navçeyê bi eşkerehî gotiye: ‘’Hûn dengên xwe nedin AKP’ê em deriyê sînor venakin’’ û got: ‘’Gelê Bazîdê, tê cezakirin, dibêjin ku hûn dengê xwe bidin AKP’ê ew ê bihêlin mirov bazirganiyê bike. Di her hilbijartinê de derî tê vekirin û bi pişt re tê girtin. Ciwanên me betal û neçar dihêlin. Ciwanan dixin nav tora tiryakê ku ji îranê tê. Li herêma sînorê bi Îranê re, teşwîq dikin ku ciwan tiryakê bi kar bînin. Zarok dibistanên seretayî jî dikarin tiryakê peyda bikin. Didin ser şopa her gaveke me ku em diavêjin. Pêşkêşkirina ji bo bikaranîna tiryakê bi eşkerehî, ne bi rasthatinî ye, polîtîkayeke bi zanebûn e. Ev polîtîka, tê teşwîqkirin. Hilma ku em siyasetmedar digirin jî kontrol dikin, wê îcar haya wan ji bikaranîna tiryakê nîn be, divê mirov lê bipirse.‘’