Polîsên Tirk konên mexdûrên erdhejê rakirin
Ji bo mexdûrên erdhejê yên hatine Mêrsînê, li navçeya Akdenîz qadeke ku 14 kon lê ne, hat amadekirin. Lê kon ji aliyê polîsan ve hatin rakirin.
Ji bo mexdûrên erdhejê yên hatine Mêrsînê, li navçeya Akdenîz qadeke ku 14 kon lê ne, hat amadekirin. Lê kon ji aliyê polîsan ve hatin rakirin.
Ji bo mexdûrên erdhejê yên berê xwe dan Mêrsînê, welatiyan di 21’ê Sibatê de li taxa Kazanli ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê 14 kon vedan. Lê belê demek piştre polîs hatin cihê konan û bi hinceta “ji bo vegirtina konan destûr nehatiye dayîn, ev der herêma karesatê nîne û divê ji walîtî yan jî qeymeqamtiyê destûr were girtin”, di 23’ê Sibatê de kon rakirin. Li ser vê yekê jî mexdûrên erdhejê li malên çandê yên taxên Çay û Çîlekê hatin bicihkirin.
Ji şêniyên Taxa Kazanliyê Serdar Cengîz bertek nîşan da û wiha got: “Me ev 14 kon bi saya piştevaniyê berhev kirin û vedan. Di her konî de 2-3 malbat diman. Lê belê bi hinceta destûr tuneye rakirin. Em dikin û nakin tu wateyê nadin vî tiştî. Divê pirsgirêka cihê mayînê yê mexdûrên erdhejê tavilê bê çareserkirin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran jî rakirina konan rexne kir û ev tişt anî ziman: “Bi vê kirinê re dewletê careke din zîhniyeta xwe ya qedexeker nîşan da. Dewlet, li mexdûran konan belav nake û divê dev ji vê zîhniyeta xwe ya qedexeker berde.”